STENBOL - TUÎK, hejmara bêkariya meha Tîrmeha 2017’an eşkere kir. Nifûsa ciwanên bê kar ji sedî 21.1 mezin bûye.
Lijneya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK), hêjmara bêkariya di meha Tîrmeha 2017’an de mezin bû, eşkere kir. Di daneyên TUÎK’ê de li gorî sala derbas bûyî, hêjmara bêkariyê ne guheriye û ji sedî 10.7 e, li ser hêjmara ciwanên bêkar jî 1.3 puan, li sedî 21.1 zêde bûye.
Li gorî danayên TUIK’ê, di meha Tîrmehê de, xebatkarên sektora çandiniyê 294 hezar kes bûn, di hêjmara 827 a sektorên derveyî çandiniyê de zêdebûn çêbû. Di çandiniyê de ji sedî 20.9, di pişesaziyê de ji sedî 18.6, di înşaatê de ji sedî 7.6 û di sektorên xizmetê de jî ji sedî 52.8 îstîhdam hat kirin.
Li gorî heman serdema sala derbas bûyî hêza kar 1 mîlyon 239 hezar kes zêde bû, lê TUÎK vê hêjmarê wekî 32 mîlyon 200 hezar kes nîşan dide.
TUÎK, diyar kir ku wan hemû serdem dane berheve û li gorî wê gihane encama, zilam ji sedî 73.5, jin jî ji sedî 34.3 beşdarî hêza kar dibin.