AMED – Siyasetmedarên kurd bi boneya Cejna Remezanê çûn ser gora Siyasetmedarê kurd Vedat Aydin û ew li ser gora wî bibîr anîn. Di bîranînê de Hevserokê HDP’a Amedê Şerîf Çamçi got: “Dilê wî bi Kurd û Kurdistanê re lê dida. Îro bi milyonan kes li pey şopa wî têdikoşe. Em di şopa têkoşîna wan de ne.”
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê bi wesîla Cejna Remezanê çû ser gora li Goristana Deriyê Mêrdînê ya Serokê Rêxistina Partiya Kedê ya Gel (HEP) Vedat Aydin ê di 5’ê tîrmeha 1991’an de ji aliyê JÎTEM’ê hat revandin û du roj şûn ve cenazeyê wî hat dîtin û ew bibîr anî. Hevserokê HDP’a Amedê Mehmet Şerîf Çamçi, nazmetên HDP’ê yên Amedê Îmam Taşçier, Selçuk Mizrakli, Musa Farisogullari û Dêrsim Dag, Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Selîm Sadak, Hevserok DBP’ê ya Amedê Naşîde Toprak û rêveberên HDP’ê tev li merasîma bîranînê bûn.
HDP’yan li ser gorê fatîha xwendin û ji bo kesên di têkoşîna azadî û demorkasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin.
‘DILÊ WÎ BI KURD Û KURDISTANÊ RE LÊ DIDA’
Di merasîmê de ewil Hevserokê HDP’a Amedê Şerîf Çamçi axivî û bi bîr xist ku ew di kesayeta Vedat Aydin de hemû kesên ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê jiyana xwe dane bibîr tînin û serê xwe li ber têkoşîna wan ditewînin. Çamçi destnîşan kir ku Vedat Aydin bi kesayeta xwe ji bo siyaseta demokratik bû mînak û got: “Heta jiyana xwe ji dest da dilê wî bi Kurd û Kurdistanê re lê dida. Îro jî me berê rûyê xwe da kesayeta Vedat Aydın. Her cara em tên em moral û hêzê ji we digirin.”
‘ALA TÊKOŞÎNA WE BA DIBE’
Çamçi da zanîn ku her çiqas bi ser kuştina Vedat Aydin re 27 sal derbas bû jî lê têkoşîna xeta wan didome û got: “Em li vir ji we re aşkere dibêjin; Kurd gihîştin milyonan û li her deverê bi milyonan kes di riya we de têdikoşe. Hevalê Vedat Aydın tu viya baş bizanibe Kurd li Rojhilata Navîn bûne xwedî rola herî sereke. Me xeyala we hin mezintir kiriye û ala têkoşîna we li her deverê ba dibe. Em carek din soz didin we em ê di riya we de bimeşin.”
‘EM DAXWAZ DIKIN KU GELÊ KURD BI DESTÊ HEV BIGIRIN’
Piştî Çamçi birayê Vedat Aydin, Veysî Aydin jî axivî û ev tişt got: “Em cejna tevahiya alema îslamê û mirovatiyê pîroz dikin. Di her cejnê de gel daxwazên xwe dike. Dixwazin daxwazên wan bicih bên. Daxwaza me jî wek a gelê Kurd aştiyek bi rûmet e. Em di arîfeya hilbijartinek girîng de ne. Temamê hesaban li ser kurdan tê kirin. Desthilatdar dibêjê bila kurd bi ser nekevin da ku ew bi ser bikevin. Muxalefet jî dibêje ku kurd bi ser nekevin ‘ez jî bi ser nakevim.’ Hesabê giştî li ser dengê gelê Kurd dikin. Daxwaza me ji gelê Kurd ew e ku xwedî li vîna xwe derkevin û dest bidin destê hev. Da ku gelê kurd bi serkeve. Em cejna hemû cangoriyan û gelê xwe pîroz dikin.”
Piştî axaftinan siyasetmedaran qurnefil danîn ser gora Vedat Aydin û ji goristanê veqetiyan.