Komploya 15’ê Sibatê li her derê hat protestokirin: Em ê roj reş bikin roja azadiyê

  • rojane
  • 16:38 15 Sibat 2025
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN – Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li gelek bajaran hate protestokirin. Di çalakiyan de daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hate kirin û wiha hate gotin: “Em ê vê roja reş veguherînin roja azadiyê.” 

Bi boneya 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayin û meş hatin lidarxipstin. Di çalakiyan de bal kişandin ser hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re hatin kirin, hate xwestin ku tecrîda 26 sal in didome were rakirin û Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. 
 
ÊLIH 
 
Bi boneya komploya navneteweyî li Êlihê meş hate lidarxistin. Bi sedan kesên li Parka Yilmaz Guney hatin gel hev, pankarta “Em ê roja reş veguherînin roja azadiyê” hilgirtin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li meşê bûn û beriya meşê daxuyanî hate dayin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk daxuyanî xwend û got ku pêvajoya komployê hêj berdewam e. Tekîk, anî ziman ku got ku armanca ji komployê ew bû ku têkoşîna demokratîkkirin û azadiyê ya gelê Kurd were bidawîkirin û wiha pê de çû: “Komploya modernîteya kapîtalîst bandor li seranserî cîhanê kir û stratejiyên ji bo lêgerîna civakeke demokratîk a Rojhilata Navîn hedef girt. Lêbelê, afirînerên komployê bi ser neketin. Birêz Ocalan, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn û Ewropayê gelek stratejî pêş xist û di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de jî lêgerînên xwe yên ji bo çareseriyê domand. Û berxwedana wî ya li Îmraliyê, bû sembola vê têkoşînê. Sekna dîrokî ya birêz Ocalan, li dijî hedefên komploya navneteweyî berxwedaneke mezin derxist holê.” 
 
FIRSENDA DÎROKÎ
 
Di berdewamê de Tekîk diyar kir ku ew di qonaxeke dîrokî de ne û wiha got: “Divê em careke din bibêjin ku îradeya çareserî û azadiyê ya birêz Ocalan, firsendeke dîrokî ye. Ev îradeye wekhevî û azadiya tevahiya gelan daxwaz dike û ji bo avakirina civakeke demokratîk, gaveke mezin e. Ev pêvajo, divê hêza sereke ya siyaset û civakê be. Di heman demê de bang li gelê Kurd û hemû gelên daxwaza azadî û demokrasiyê dike; hêzên komploger 15’ê Sibatê ji bo gelan veguherand ‘Roja Reş.’ Lêbelê, divê ev dîroka tarî êdî parçeyek be. Îro, divê roja azadiyê be. Em bi hev re hemû astengiyan derbas bikin, ji bo azadiyê têbikoşin û daxwaza azadiya birêz Ocalan bikin. Hewceye salvegera 26’emîn a 15’ê Sibatê di şexsê birêz Ocalan de bibe roja azadiyê.” 
 
MEŞA GIRSEYÎ
 
Piştî daxuyaniyê, heta avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya BAjar meş hat lidarxistin. Di meşa ku ji Parka Yilmaz Guney dest pê kir de gelek caran dirûşmên “ “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. 
 
RIHA
 
Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li Rihayê jî bi pêşengtiya DBP, DEM Partî û TJA’yê hate protestokirin. Li pêşiya Navenda Kargehan a Ahmet Bahçivan a li navçeya Halîliyeyê daxuyanî hate dayin. Parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan û Mehmet Zekî Îrmez, hevşaredar, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes tev li bûn. Girse, ji avahiya DEM Partiyê a Halîliyeyê ber bi qada daxuyaniyê ve bi dirûşma “Bijî Serok Apo” meşiya. Di meşê de pankarta “Em ê roja reş veguherînin roja azadiyê" hate hilgirtin. Hevserokê DBP’a Rihayê Mahmût Manas di daxuyaniyê de axivî û got ku bi komploya navneteweyî re hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin. Manas, got: “Di şexsê birêz Ocalan de xwestin têkoşîna azadiyê ya gelan tesfiye bikin. Lê belê miraza komplogeran hasil nebû.” 
 
Parlamenter Omer Ocalan jî wiha got: “Ev sedsal in polîtîkayên tunekirin, îmha û pişaftinê didomin. Bi birêz Ocalan re dê azadî bê. Divê em destê birêz Ocalan xurt bikin. Birêz Ocalan her tim ji bo aştiyeke birûmet xebitî. Di demên berê de di navbera birêz Ocalan û dewletê de gelek hevdîtin hatin kirin. Birêz Ocalan ev 26 sal in ji bo demokrasiyê têdikoşe. Em piştgiriyê didin çareseriya demokratîk. Îktîdara AKP’ê siyaseteke qirêjî dimeşîne. Ma dê ev şerê qirêjî heta kengî bidome. Komplo negihişt armanca xwe. Em piştgiriyê didin birêz Ocalan. Em ji bajarê birêz Ocalan bang dikin. Divê îktîdar siyaseta xwe biguherîne. Em careke din komployê şermezar dikin û dibêjin ku bila Îmrali êdî bibe girava demokrasî û aştiyê.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê, li avahiya DEM Partiyê ya Halîliyeyê sînevîzyoneke têkildarî komployê hate pêşandan. 
 
EDENE 
 
Bi pêşengtiya DBP, TJA û DEM Partiyê li Parka Înonu ya Edeneyê daxuyanî hate dayin û komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr got ku ew ê li ber xwe bidin û teqez bi ser kevin. Rêveberê DEM Partiyê yê Edeneyê Yaşar Demîr jî got ku îradeya çareseriyê û biryardariya Abdullah Ocalan komploya navneteweyî vala derxist û got: “Girtîgeha Girava Îmraliyê veguherand qada berxwedanê û seknekî dîrokî raber kir. Ev sekn bû îspata wê ku komplo bi ser neketiye.” 
 
MÊRSÎN
 
Li Mêrsînê jî bi pêşengtiya TUAY-DER û MEYADAR’ê daxuyanî hate dayin. Daxuyanî, li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Akdenîzê hate dayin û pankarta “Em ê roja reş veguherînin roja azadiye” hate hilgirtin. Hevserokê Çukurova TUAY-DER’ê Metîn Înce got ku ji bo 15’ê Sibatê veguherînin “Roja azadiyê” dê têkoşîna xwe mezin bikin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Akdenîzê Nizar Esen jî bertek nîşanî xespkirina îradeyê da û got: “Weke DEM Partiyê em ê qebûl nekin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.
 
HATAY
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Hatayê jî li pêşiya rêxistina Îskenderûnê daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Naîm Ozbek di daxuyaniyê de got: “Rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan, ji bo pêşeroja tevahiya gelên Rojhilata Navîn girîng e. Em dibêjin şer re na, aştî a niha. Bijî biratiya gelan.” 
 
ŞIRNEX
 
Partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Şirnexê jî komploya navneteweyî protesto kirin. Li navenda bajar meş hat lidarxistin. Di meşê de pankarta “Em ê roja reş veguherînin roja azadiyê” hate hilgirtin. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Bimre komploya 15’ê Sibatê” hate berzkirin.
 
Piştî meşê daxuyanî hate dayin. Hevserokê Navçeya Navendî ya DEM Partiyê Selahattîn Barinç di daxuyaniyê de axivî û got: “Çareserî û aştiya ku birêz Ocalan dixwaze pêk bîne, di heman demê de têkoşîna avakirina Tirkiye ya demokratîk e. Em careke din dibêjin; fikriyata birêz Ocalan û îradeya wî ya çareseriyê, ji bo pêşerojeke azad û demokratîk firsendek e. Xwedîderketina li vê îradeyê erk û berpirsyartî ye.” 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal jî got: “Hêzên tev li komploya navneteweyî bûn, di şerê li Rojhilata Navîn de bi feraseta komployê tevdigerin. Wê demê xwestin di şexsê birêz Ocalan de hebûna gelê Kurd tesfiye bikin. Dê têkoşîna me heta azadiyê bidome.” 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû. 
 
MÊRDÎN 
 
Li Mêrdînê bi boneya 26’emîn salvegera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê meşek hat lidarxistin. Bi sedan kesên li ber Mizgefta Şakir Nuhoglu ya li taxa Artukluyê hatin cem hev bi pankarta “Mizgînî ya Roja Me Wê Hemû Rojên Reş Ronî Bike” meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye” hatin berzkirin.
 
Di meşê de hin welatiyên ku derketin pencereyên xwe bi çepikan piştgiriya xwe nîşan dan, welatiyên bi wesayîtên xwe derbas dibûn jî li qurneyan xistin û çalakvanan silav kirin. Piştî meşê li Parka Karayollari daxuyanî hat dayîn.
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Nîlûfer Elîk Yilmaz wiha axifî: "Modernîteya Kapîtalîst a ku komplo pêk anî, ji aliyekî ve Şerê Cîhanê yê Sêyemîn derbasî qonaxeke nû kir, li aliyê din jî lêgerîna civakeke demokratîk a çareseriya mayînde ya Rojhilata Navîn hedef girt."
 
Piştre Parlamenterê Kamuran Tanhan axivî û got: “Birêz Ocalan ne tenê îro vê bangê dike. 8 caran agirbest îlankir, lê muxatab nedît. Gelê Kurd 100 sal in di bin zext û zordariyê de banga aştiyê dike. Weke Mêrdînê îro jî li her derê ji bo aştî, azadî û wekheviyê amade ne. Ger hûn samîmî bin, rê û muxatab jî diyar e."
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Dû re jî çalakî hat bidawî kirin. 
 
SÊRT
 
Di daxuyaniya 15’ê Sibatê ya li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Sertê de pankarta “Em ê roja tariyê vegûherînin roja azadiyê” hat vekirin.
 
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Sêrtê Mustafa Dayanan, di çalakiyê de wiha axivî û got: "Birêz Ocalan li dora paradîgmaya çareseriyê bûye yek û îradeyeke mezin nîşan daye."
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

18/10/2025
09:06 Banga ji bo kurdî: Têkoşîna ji bo ziman berpirsiyariyeke civakî ye
09:00 ROJEVA 18’Ê COTMEHA 2025’AN
17/10/2025
17:55 Bi girseyî serdana şîna Yilmaz û Sivaci hat kirin
16:49 Şînên endamên HPG, YJA Star û YPS’ê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:07 Ji bo Kutlu û Akbalik li Pirsûsê şîn hatin danîn
16:07 Li Silopiyayê 2 polîs ji ber ‘şêlandina welatiyan’ hatin girtin
16:01 Welatparêzê Kurd Hasan Yildirim wefat kir
15:04 Li Zanîngeha Egeyê ji bo Rojîn Kabaîşê meş hat lidarxistin: Em ê bêdeng nebin
15:00 Amediyan bertek nîşanî Kurtulmuş dan: Gavên şênber biavêjin
14:59 Tulay Hatîmogûllari bi şandeya KESK’ê re hevdîtin kir
14:41 Kurtulmuş, çû serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
14:37 Tê payin ku rojnameger Aykol di nava rojê de were hişyarkirin
14:30 Kedkarên tenduristiyê piştgirî dan Nobeda Edaletê
13:59 Kurtulmuş li Amedê ye: Vê carê em ê bi serkevin
13:25 Forûma Avê ya Mezopotamyayê dest pê kir: Em xwedî li xweza û li çavkaniyên avê derkevin
12:36 Daxwaza rojnamevanan: Divê komîsyon li rojnamevanan guhdar bike
12:33 Abdullah Ocalan: Rêgeza hêviyê ji wan gava ye ku divê dewlet biavêje
12:01 Girtiyê nexwest destkelemçekirî bê tedawîkirin hate derbkirin
11:55 Tehliyeya Ardil Çeşme ya 30 sal in girtî dîsa hat astengkirin
11:54 Endamên KESK’ê yên ku xwestin biçin pêşiya Meclisê hatin dorpêçkirin
11:53 Ji Weşanxaneya Aramê 7 pirtûkên nû
11:02 Tehliyeya Nurcan Aslanê bi hinceta ‘sûcê xwe qebûl nekiriye’ hat taloqkirin
10:12 'Tirkiye vegera penaberan asteng dike'
10:11 Komîteya ku biryara DMME'yê bi Azerbaycanê da pêkanîn, çima ji bo Tirkiyeyê heman tiştî nake?
09:55 Cara 2'yemîn li Can Holdîngê oprasyon hat kirin: 26 kes hatin binçavkirin
09:54 Bijîşkê tev li otopsiya Rojîn Kabaîşê bû: Kêmasiyên di vêkolînê de pêvajo zehmet xist
09:09 Akin Bîrdal: Divê şandeyek ji komîsyonê teqez biçe Îmraliyê
09:06 Ji jinan ji bo ATK'ê: Hûn çi vedişêrin?
09:05 Tevî pêvajoya 'aştiyê' jî desthilat 'rêyên ewlehiyê' çêdike!
09:00 ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2025’AN
16/10/2025
18:59 Komxebata ziman bi dawî bû: Ji bo statuya kurdî banga seferberiyê
16:44 Meşvanên KESK’ê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin
16:20 Ji ciwanan bang: Azadiya Rêber Apo jiyanî ye
16:17 Li Siopiyayê li dijî jinekê êriş hate kirin
16:03 Kurtulmuş dê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret bike
15:42 Ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan: Bila kiryar bên dîtin
15:27 Bernameya meşa ‘azadiyê’ ya ciwanan diyar bû
15:25 Li nexweşxaneyê serdanên ji bo rojnamevan Aykol didomin
15:13 Xwendekar li Dêrsim û li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
14:29 Gef li rojnamevan Rabîa Onverê hat xwarin
14:28 ‘Divê lêpirsîna têkildarî mirina rojnamevan Tosun bê berfirehkirin’
14:26 Komxebata zimanê Kurdî: Divê em li dijî qedexeya ziman li ber xwe bidin
13:35 Bayar piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan
13:34 Şîna Yûsûf Gucel bi girseyî hat ziyaretkirin
13:12 Parêzerê Nevzat Bahtiyar xwe ji dosyayê vekişand
13:03 Di doza rojnamevan Bêrîvan Kutluyê de dê mutalaa bê amadekirin
12:17 Xetereya li ser jiyana Aykol didome
12:11 Komxebata ziman di roja 2’yan de ye: Divê Kurdî di her qadê de bê axaftin
12:03 ‘DNA'yên li ser laşê Rojînê yên kê bin aşkera bikin’
11:35 ‘Komîsyon mecbûr e rêya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bibîne’
11:08 Beşdarên komxebata zimanê Kurdî: Statuya ji bo Kurdî şertê sereke yê aştiyê ye
10:53 Hêzên Şamê êrişî gundên Siwêdayê kir
10:37 Rapora pisporan a piştî 6 salan: DSÎ û qeyûm biqisûr e
10:29 Li Qoserê ÎHA’yek kete xwarê
10:07 Li dijî avahiya DEM Partiyê êriş hate kirin
10:06 Li Kurdistanê kevneşopiya dermanê kurmancî: Jinên şîfakar
09:55 Li Stenbolê qeydên atolyeya Jineolojiyê dest pê kir
09:53 Endamê Komîsyonê Firat: Divê komîsyon di nava 2 hefteyan de biçe Îmraliyê
09:49 Li dijî tacîzê di greva birçîbûnê de ye: Me soza parastina zarokan da
09:27 Karkerên qeyûm ji kar derxistî: Ji me tenê yek kes jî bimîne dê têkoşîn bidome
09:23 Ahmet Turk, diyaloga xwe ya bi Ozal re parve kir
09:06 'Aştî bi awayekî yekalî pêş nakeve: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje'
09:04 Kolanên Wanê: Divê tavilê komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike
09:00 ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2025’AN
15/10/2025
20:18 Ji rêxistinên ciwanan pêşniyazên 'çareseriyê' ji bo komîsyonê
19:01 Civîna komîsyonê bi dawî bû
18:53 Roja yekemîn a 'Komxebata Zimanê Kurdî' bidawî bû
16:37 Meşa KESK’ê ya li dijî KHK’ê gihîşt Edeneyê
16:35 Li Cîhanbeyliyê ji bo kampanyaya ‘Ez aştiyê dixwazim ji ber ku’ stand hat danîn
16:34 Civîna komîsyonê:Ji sedî 82’yê ciwanan Kurdî dixwazin
15:44 Rektor Şevlî nehişt rojnamevan çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê bişopînin
15:38 Bakirhan dê tev li Kongreya Amsterdamê ya PES’ê bibe
15:34 Rojnameger Aykol derbasî beşa çavdêriya awarte hate kirin
15:28 Di musabeqeya tîmên jinan de ji bo Rojîn Kabaîşê doza edaletê hate kirin
15:23 Talankirina daran a li Dorşînê di rojeva Meclisê de ye
14:49 Li Peyasê gelek dar ji rih ve hatin jêkirin
14:33 Di cînayeta rojnameger Tosun de esnafek hate binçavkirin
14:27 Civîna komîsyonê didome
14:15 Komxebata ziman didome: Heke hûn qîmetê nedin zimanê xwe dê tune bibin
13:56 Ji bo Bayar ê 30 sal in girtî ye biryara tehliyeyê hat dayin
12:43 Rojnamevan Aykol cara duyemîn xistin emeliyatê
12:41 'Heta statuya Kurdî neyê naskirin dê aştî pêk neyê’
11:27 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Tevî xwînmijan jî dê aştî û xwişk-biratî bi ser keve
10:57 Ahmet Turk: Gel bi fikar e, divê dewlet li gor ruhê pêvajoyê tevbigere
10:44 Meclisa Jinan a Ebexê damezirandina xwe ragihand
09:42 Trump: Li Xezeyê qonaxa duyemîn a agirbestê dest pê dike
09:23 Ciwan amadekariya meşê dikin
09:02 'Rejîm ne xwedî wê kapasîteyê ye ku krîza avê û zemînê çareser bike'
09:00 ROJEVA 15’Ê COTMEHA 2025’AN
14/10/2025
21:41 Huseyîn Aykol xistin beşa lêneherîna lezgîn
19:54 Peyamên 'derbasbûyînê' ji bo Huseyîn Aykol ê xwîn rijiya ser mêjiyê wî
19:13 Rojnamevan Aykol xistin emeliyatê
19:11 Pervîn Buldan: Qethiyen bêrêzdariyê qebûl nakim
18:59 Rojnamevan Huseyîn Aykol rakirin nexweşxaneyê
18:05 Cenazeyê rojnamevan Tosûn dê di 16'ê Cotmehê de bê definkirin
16:42 Di 20 rojan de li Îranê 164 kes hatin darvekirin
16:40 Jinan ji Abdullah Ocalan re hezar û 800 name şandin
16:34 Ji bo Rojîn Kabaîşê meş hat lidarxistin: Kî çima tên parastin?
16:10 Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn
15:57 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê birçîtiyê 21 hezar û 149 TL ye