STENBOL - Li navçeya Uskudarê ku demekê wekî keleha AKP'ê bû di referanduma 16'ê Nisanê de dengê "NA" derketin pêş. Hilbijêrên Uskudarê diyar kirin ku êdî baweriya wan bi AKP'ê nayê û gotin: “Erdogan dê vê carê Uskudarê derbas neke."
Xebatên hilbijartinê li hemû navçeyên Stenbolê berdewam dikin. Ji ber ku Stenbol rengê rêjeya partiyan diyar dike HDP, CHP û AKP'ê giranî dane Stenbol û navçeyên Stenbol. Yek ji navçeya ku balê dikişîne ser xwe jî Navçeya Uskudarê ye. Navçeya ku li ser sînorê herêma Anadolu ye, li gorî daneyên 2017'an 533 hezar û 570 nifûsa wê heye. Navçeya Uskudarê wekî keleha AKP'ê dihat zanîn. Lê di referanduma 16'ê Nîsanê de ji sedî 53,3 dengê "NA" derket û bal kişand ser xwe. Tê payin ku di hilbijartina 24'ê Hezîranê de dengê AKP'ê kêmtir bibe. Dîsa dengê eniya muxalif zêdetir bibe. AKP ji bo dîsa xwe bide qebûlkirin dest bi xebatên rê û peyarêyan kiriye. Yek ji navçeya ku herî zêde kampanyayên partiyên siyasî navçeya Uskudarê ye.
HDP: GEL DIXWAZE ME NAS BIKE
Rêxistina Pardiya Demokratîk a Gelan (HDP), wekî hemû navçeyan li Uskudarê jî stand vekiriye û xebatên hilbijartinê dimeşîne. Li ser Stanta hilbijartinê Hevserokê HDP'ê Hakkı Cengiz me pêşwazî dike. Cengîz diyar kir ku di hilbijartina 7'ê Hezîranê, 1'ê Mijdarê û Referanduma 16'ê Nîsanê de kolan bi kolan mal bi mal geriyan û xebat meşandin û niha jî bi heman rengî xebatan dimeşînin. Cengîz, diyar kir ku gotina Erdogan a "Yên hespê xwe girtin Uskudar derbas kirin" ne raste û wiha got: "Êdî Erdogan nikare hespê xwe jî bigire û nikare Uskudarê jî derbas bike. Li vir xebat û stantên me rastî eleqeyek mezin tên. Em tax bi tax, mal bi mal digerin. Em rastî bertekên gelek erênî tên. Berê em nikaribûn biçin malan. Lê niha hemû me dawetî malên xwe dikin. Gel dixwaze bêtir me nas bike."
Cengiz, destnîşan kir ku hilbijêrên Uskudarê heta niha dengê xwe didan AKP'ê, lê êdî piranî diyar dikin ku dê dengê xwe bidin HDP û Selahattin Demirtaş. Êdi em dibînin ku AKP'ê li Uskudarê winda kiriye. Em bang li hemû hilbijêran dikin ku biçin ser sindoqê û li deng û sindoqan xwedî derkevin.
‘JI BO DEMÎRTAŞ 10 HEZAR ÎMZE KOM BÛN'
Cengîz, anî ziman ku ji bo namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ku girtî ye bê berdan kampanya îmzeyan vekirine û hemû kesên ji keştiyê dadikevin berê xwe didin stantê û ji bo Demîrtaş bê berdan îmze didin. Cengiz, anî ziman ku ji niha de ji bo berdana Demîrtaş 10 hezar îmze kom kirine.
‘POTANSIYELA USKUDAR’Ê JI YA REFERANDUMÊ ZÊDEDIR E
Yek ji hilbijêra ku li ser standa hilbijartinê rastî me hat Sibel Erdogan e. Erdogan wergêra pirtûkan dike. Erdogan, diyar kir ku ev hilbijartin ji bo Tirkiye pir gîng e. Erdogan bal kişand ser Serokomar Tayyip Erdogan û got: "Ger ew hemû îktîdarê têxin destê xwe êdî tiştekî efû nakin. Dê tenê ji bo sermayedaran bixebitin. HDP dikare li dijî xizanî û betaliyê têbikoşe. Ez dibînim ku li Uskudarê potansiyela li ser referandumunê heye."
Hilbijêr Gulşen Ay ku di 10'ê Cotmehê de birîndar bû jî wiha got: "Piştî 10'ê Cotmehê heta niha betal im. Hêj dermankirina birînên min didomin. AKP bi guhertina bajarvaniyê zerarek mezin da mirovan. Li vir xaniyên mirovan xera kirin. Hemû xanî ser û bin kirin. Mirovan di ferandumê de berteka xwe anî ziman. Êdî mirov dengê xwe nadin AKP'ê."
KARKERÊ ÎNŞAETÊ: KEDA ME TÊ XWARIN
Em li taxa Kirazlitepe ya Uskudarê derbasî Komeleya Gundê Aydinlar a Sêrtê bûn. Em li vir rastî karkerê înşaetê Hasan Filiz hatin. Fîlîz diyar kir ku dê dengê xwe bide HDP'ê û wiha got: "Keda me tê xwarin. Lê HDP mafê hemû gelan diparêze. Ji bo keda me neyê xwarin û mafê mirovan neyê binpêkirin divê em nehêlin HDP di bin bendê de bimîne. AKP tenê zilm pêş xist. Gelek hilbijêrên ku berê deng dan AKP’ê ji ber vê zilmê êdî dengê xwe nadin AKP'ê. Ji ber ku betalî û xizanî zêde ye.
Rêveberê CHP'ê yê Uskudarê Deniz Yildirim jî diyar kir ku di qada aborî, hiqûq û demokrasiyê de pirsgirêk pir zêde bûne û wiha got: "Mirovên li Uskudarê dijîn êdî îktîdarê nas nakin. Êdî baweriya xwe bi wê nînin. Em naxwazin HDP di bin bendê de bimîne. Em wekî CHP'ê bi çavê rêxistinek demokratîk li HDP’ê dinerin. Em nûnertiya wê jî diparêzin."
MA / Bilal Seçkin - Servet Karaduman