Ji DEM Partiyê 4 xalên çareseriyê

  • rojane
  • 11:15 14 Sibat 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – DEM Partiyê di encamnameya civîna Meclîsa Partiyê de diyar kir ku perspektîfa çareseriyê ya Abdullah Ocalan ji bo demokratîkbûn û pêkhatina aştiyê firsendeke  dîrokî ye û ji bo çareseriyê 4 xal rêz kir.

DEM Partiyê encamnameya civîna Meclîsa Partiyê ku di 12’ê sibatê de hatibû lidarxistin ragihand. Di encamnameyê de siyasetmedar Bereket Kar ku demek berê jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn û wiha hat gotin: “Li çar aliyê cîhanê şer, xizanî û bêedaletî her diçe zêdetir dibe û hêviya gelan a aştiyê û jiyana bi hev re her diçe bêtir dikeve talûkeyê. Rojhilata Navîn ji ber berjewendiyên emperyalîzmê, rejîmên otorîter û pevçûnên mezhebî veguheriye qada şer. Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye mafên demokratîk ên gelê Kurd qebûl nake û mafê gelan ya qedera xwe diyar kirinê tune dihesibîne.”
 
NE TENÊ KURD HEMÛ GEL HEDEF TÊN GIRTIN
 
Di encamnameyê de êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîrxistin û hat diyar kirin ku bi van êrîşan ve tenê gelê Kurd hedef nayê girtin her wiha Ereb, Ermen, Tirkmen, Çerkes, Suryan, Elewî, Êzidî û Durzî hedef tên girtin. Hat gotin ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistin û Lubnanê û bêmirovhiştina Xezeyê hêviyên ji bo pêşerojê nediyar dihêle û di wijdana mirovahiyê de birînên kûr vedike. 
 
4 XALÊN ÇARESERIYÊ
 
Di encamnameyê de hat gotin ku ji ber polîtîkayên înkar û îmhayê bi salane pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin û di serdemeke wiha de perspektîfa ku Abdullah Ocalan bi pêş dixe ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û pêkhatina aştiyê firsendeke dîrokî ye. 4 xalên çareseriyê ku di encamnameyê de derketin pêş ev in: 
 
* Bi dawîkirina polîtîkayên tecrîdê: Bila tecrîda li ser birêz Ocalan were bidawîkirin, şertên xebata azad pêk bên, civak der barê pêvajoya demokratîkbûn û aştiyê rasterast bê agahdarkirin û ev ji bo aştiyeke bi rûmet mijareke jiyanî ye. 
 
* Peymaneke nû ya civakî û demokratîk: Divê mafên kurdan ên demokratîk û siyasî bi makezagonê bên mîsogerkirin û ji bo li Tirkiyeyê pêşî li demokratîkbûnê bê vekirin pêvajoyeke tevlêbûn û pirbûnê bê avakirin.
 
* Li welatê hevpar jiyana wekhev: Her kesên ku li Tirkiyeyê dijîn wek welatiyên ku xwedî mafên wekhev in, mafê wan heye ku bi hev re pêşerojê ava bikin. Kurd, Tirk, Ereb, Ermen, Suryan, Roman, Sunnî, Elewî, Êzidî, Xristiyan, Musewî, gel û baweriyên din bêyî ku rastî cûdakariyê bên , xwedî mafê perwerdehiya zimanê dayikê û mafên çandî û hemû mafên demokratîk in. 
 
* Divê Tirkiye li Rojhilata Navîn li şûna şer, polîtîkayên diyalog û aştiyê bihewîne: Dîplomasî bingeha têkiliyên wekhev û aşitî ye ku divê bi hemû gelên herêmê re were pêşve xistin û têkiliyên bi gelên herêmê re, bi taybetî jî Kurd re, li ser bingeha şer û tunekirinê nebe,  di çarçoveya muzakereya demokratîk de were destgirtin.
 
LI DIJÎ ZEXTAN BANGA TÊKOŞÎNÊ
 
Di encamnameyê de hat gotin ku li Tirkiyeyê bêhiquqî û bêedaletî tenê bi polîtîkayên şer ve sînordar namîne her wiha mafên karker û kedkaran tên xespkirin, jin rastî tundiyê tên, mafê ragihandin û agahî girtinê, fikir, îfade û rêxistinkirinê tê astengkirin û bi tayînkirina qeyûman mafê bijartin û hilbijartinê bi biryarên daghena tune tê hesibandin. Hat gotin ku daxwazên karker, kedkar, jin, ciwan û bindestan heman daxwaz in û têkoşîna ji bo azadî û wekheviyê ji bo gel bi hev re jiyaneke aştiyane bidomînin tên dayîn. Herî dawî hat ragihandin ku dê li hemberî zextan berxwedanê, li hemberî şer aştiyê, li hemberî mêtingehiyê hêza kedê mezintir bikin, bi îradeya hevpar a gelan ve aştî, wekhevî û demokrasiyê ava bikin û bi ser bikevin. 
 

Sernavên din

23/02/2025
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin
11:17 Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê: Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin
16:16 Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Oglagi hate girtin
15:37 Wezîrê Dadê: Heke ji bo Îmraliyê serlêdan bê kirin em ê destûrê bidin
15:08 Jinên Botanî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
15:01 Konseya Ewropayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
14:46 Qeyûmê Wanê cîgirê midûrê emniyetê tayînî serokatiya daîreyê kir
14:32 Ayşegul Dogan: Divê Gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bike
14:16 DEM Partiyiyan ber bi Meclisê ve meş li dar xistin
14:16 Mesrûr Barzanî: Ji bo şer bi dawî bibe em amade ne piştgiriyê bidin
14:09 ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em bêdeng nabin, natirsin
13:51 Danişîna doza bîranîna 10’ê Cotmehê hate taloqkirin
13:50 Dewleta tirk gundên Til Temir û Sirînê bombebaran kir
13:46 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
13:19 DEM Partiyê li Enqereyê çalakî li dar xist: Dev ji zîhniyeta qeyûm berdin
13:16 DEM Partiyê li dijî qeyûman banga berpirsyartiyê li Kurtulmuş kir
12:24 Hevdîtinên DEM Partiyê yên li Awûstralyayê didomin
12:16 Qeyûmê Wanê konteynirên çopê kom kir û kir xurde
11:17 Ji ber yekitiya gelan HDK hedef tê girtin
11:05 Hevdîtinên şandeyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bûn
10:56 Li girtiyên dema muayeneyê de kelemçe red kirin lêpirsîn vekirin
10:36 Menzione: Sûcê herî mezin ê Tirkiye li dijî Kurdan dike koçberkirina wan e
10:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî bi dawî bû