* Halîme Acar a 60 salî li Xarpêtê, keça wê Zozan li Baybûrtê, kurê wê Bakî li Erzinganê, kurê wê Hasan li Tekirdagê û bûka wê Halîme jî li Enqereyê di girtîgehê de ye. Malbat li ser “îxbarekê” 2 sal û 5 meh e di girtîgehê de ye. Dadgeha Îstinafê doz xera kiribû, dê di 19’ê Hezîranê de doz dîsa pêk bê.
* Komîsyona Hilbijêran a Livdar a Îdirê heta niha xwe gihandiye 6 hezar hilbijêran. Armanca komîsyonê ew e ku di 24’ê Hezîranê de 10 hezar hilbijêran bîne bajêr. Dê HDP hemû mesrefan bide.
* Li 3'emîn bajarê mezin ê Tirkiye Îzmirê, xebatên hilbijartinê bi rengê HDP'ê berdewam dike. Di nava partiyan de, partiya herî zêde xebat û rengê wê derdikeve pêş HDP Ye. HDP bi biryare ku li Îzmirê 4 wekîlan derxe. Namzeta HDP'ê ya Îzmîrê Serpil Kemalbay çavdêriyên xwe parve kirin û got: "Girseyek bi biryar ku divê teqez em Erdogan bişînin heye."
* Li navçeya Uskudarê ku demekê wekî keleha AKP'ê bû di referanduma 16'ê Nisanê de dengê "NA" derketin pêş. Hilbijêrên Uskudarê diyar kirin ku êdî baweriya wan bi AKP'ê nayê û gotin: “Erdogan dê vê carê Uskudarê derbas neke."
* HDP li Bûrsayê bi îdîaye ku parlamenterî-ê bibe meclîsê. Ji nihade ji bo mîtînga 17'ê hezîranê dike. Namzetê HDP'ê yê Bûrsayê Cahît Kirkazak, diyar kir ku eleqeyek mezin li hemberî partiya wan heye û êdî ne surprize ku HDP li Bûrsayê wekîlekî-ê nebe meclîsê.
* Li Îdirê ji ber polîtîkayên hikûmetê yên çewt, cotkar heqê keda xwe nastînin. Ji ber vê yekê gelek cotkar erde xwe najonin û hema bêje li bajêr çandinî û sewalvanî qediyaye.
* Li Şaxê li ser daxwaza gel şaredariya DBP’î pir çêkiribû. Lê belê qeyûmê hat tayînkirin bi îdiaya “endamên rêxistinê di ser re derbas dibin” pir rûxandibû. Ji ber çêkirina pirê der barê Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Wanê Bekîr Kaya ku girtiye doz hat kirin. Dozgeriyê îdianame spart ser îxbareke ku bi kupurên rojnameyê hatiye kirin.
* Hunermendan ji bo mîtînga HDP’ê ku dê di 17’ê Hezîranê de li Bazara Gel a Bakirkoyê bike bang li herkesî kirin û gotin: “Divê herkes tev li mîtînga HDP’ê ku dê roja yekşemê bê ji bo azadiya me bê lidarxistin bibe.”
* Dê HDP roja yekşemê li Bakirkoya Stenbolê mîtîngekê li dar bixe. Jinan ji bo beşdarbûyîna mîtîngê bang li herkesî kirin û gotin: “Em bang li jinan hemûyan dikin ku di 17’ê Hezîranê de ji poltîkayên AKP’ê yên dijminatiya jinan dikin bêjin temam.”
* Çend roj berê Serokomar Erdogan gotibû: “Em ê piştî hilbijartinê dawî li Rewşa Awarte bînin.” Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ji b ovan gotinên Erdogan got: “Eger hûn samîmî bin, niha dawî li Rewşa Awarte bînin.”
* Dê li Cizîrê di 16'ê Hezîranê de bi beşdarbûyîna bi deh hezaran mîtîng bê lidarxistin. HDP'iyan ji bo mîtîngê bang li herkesî kir û got: "Dê ev mîtîng rêyeke nû vebike."
* Rojnamegerên jin ên li Amedê dixebitin, diyar kirin ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de pêwîstî bi guhertinek teqez heye û gotin : “Ev hilbijartin şansê herî dawî ye.”
* PiştîAKP-MHP'ê biryara hilbijartinê girtin, Serokwezîrê Hikumeta Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û konsolosa Tirk a Hewlerê derbasî Enqere bûn û bi rayedarên AKP’ê û MÎT’ê re civîn li dar xistin. Piştî civînan TSK'ê leşkerên xwe li herêma Kurdistana Federe bi cih kirin. Hat zanin ku leşkerên li herêmê bi bi cih bûn di operasyonên HPG'ê yên li dijî leşkeran de windahiyên mezin didin.
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelli li Wanê û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan dê li Stenbolê bi gel re bê cem hev.
* Malbat û namzetên HDP'ê bi minasebeta cejna Remezanê dê li gelek bajaran biçin ser goran û kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret bikin.
* Geşedanên li navçeya Persûsê ku Namzetê AKP'ê bi çekan êrîşî esnafan kirin û 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn dê bên şopandin.