RIHA – Zilamên namzetê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, li navçeya Pirsûsê gule li der û dora reşandin. Di bûyerê de esnaf Adil Şenyaşar, Celal Şenyaşar, Mustafa Yıldız û Mehmet Ali Yıldız jiyana xwe ji dest dan. 12 kes jî birindar bûn.
Namzetê AKP'ê û endamê MYK'ê yê AKP'ê yê Rihayê Îbrahim Halil Yildiz, li gel komek kesên çekdar li nava esnafên Pirsûsê geriya. Piştî Namzetê AKP'ê Yildiz û zilamên xwe ketin dikana esnaf Haci Esvett Şenyaşar. Hat diyar kirin ku Yildiz duh jî ketibû dikana Şenyaşar û rastî bertekan hatibû îro tevî 20-25 zilamên xwe yên bi keleş dîsa Şenyaşar ziyaret kirin. Piştî ziyareta îro niqaş derketin û zilamê Yildiz li ser esnafan gule reşandin. Piştî li kolanê bûyer pêk hat û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, dema birîndar karikirin nexweşxaneyê jî bûyerê berdewam kir. Bi giştî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Di bûyerê de esnaf Adil Şenyaşar, Celal Şenyaşar, Mustafa Yıldız û Mehmet Ali Yıldız jiyana xwe ji dest dan. 12 kes jî birindar bûn.
HDP'ê 2 ROJAN ŞÎN ÎLAN KIR