Bakirhan: Ocalan formûla aştiyeke birûmet amade dike

AMED - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku navenda çareseriya pirsgirêka Kurd Amed û Enqere ne û wiha got: “Birêz Ocalan formûla aştiyeke birûmet amade dike.”

 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo nîqaşkirina peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan “Çalakiyên aştiya civakî û azadiyê” li dar dixe. Di vê çarçoveyê de li Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê civîna hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajar jî tev li civînê bûn. 
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civînê de axivî. Bakirhan, bal kişand ser hevdîtinên bi Îmraliyê re û got: “Di hevdîtinan de birêz Ocalan tiştekî pir girîng dibêje; dibêje xwediyê esasî yê vê meseleyê gelê me ye, gelên me ne, gelê Amedê ye. Lewma dibêje ku beriya biryarek were dayin, ji ewil bi gelê me yê barê vî karî dikişîne re biaxivin, nîqaş bikin û li nêrîn û pêşniyarên wan guhdarî bikin. Got ku wan piştre bi min re parve bikin. Em jî tevî şandeya xwe van hevdîtinan dikin. Em ê nêrîn û pêşniyarên ji vir derdikevin jî bi rêya şandeyê bigihînin ber destê birêz Ocalan.” 
 
‘NAVENDA ÇARESERIYÊ ENQERE Û AMED E’ 
 
Bi domdarî Bakirhan anî ziman ku îktîdar dem bi dem wateyeke mezin didin Amedê û wiha pê de çû: “Carnan dibêjin ‘rêya çareseriyê ji Amedê derbas dibe.’ Hinek jî dibêjin ‘Rêya YE’yê ji Amedê re derbas dibe.’ Amed ne tenê ji bo me, ji bo rêveberên welêt jî pir girîng e. Rêya aştî û çareseriyê ji Amed û Enqereyê re debas dibe. Ji ber ku pêvajoyên çareserî û aştiyê di heman demê de alî bi hev re dişêwirin, muzakere dikin û encamê bi dest dixin. Amed û Enqere ew navendin ku dê ev nîqaş lê veguherin çareseriyê. Em qala pirsgirêkeke ku ji hêla enerjî, aborî û civakî Tirkiyeyê tune dike dikin. Em niha jî vê pirsgirêkê nîqaş dikin. 
 
TÊKOŞÎNA GEL DI NAV DE NÎNE BI SER NAKEVE 
 
Niha nîqaşên pir girîng tên kirin. Hêvîdarim ev nîqaş veguherin pêvajoya aştiyê. Lê tenê bi daxwazê nabe, divê zemîna vê were avakirin. Ji bo veguhere aştiyeke birûmet divê em xwedî lê derkevin. Fikrên we ji bo diyarker in. Ji ber ku gelê me rêya me diyar dike. Tu têkoşînên gel tê de cih angirin bi ser nakevin. Heke tevî zilm û zexta 40 salan jî îro hêj li ser meseleya Kurd were axaftin, sedema wê ew e ku hûn aktorên sereke yên vê meseleyê ne. Ev têkiliya di navbera partiyê û gel de hêjayî pîrozkirinê ye. 
 
ÇEK NE SEDEM, ENCAM E
 
Hevdîtinên bi birêz Ocalan re girîng in. Îktîdar heta niha her tim weke pirsgirêka ewlehî û îstîxbaratê nêzî meseleya Kurd bû. Çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêya muzakere û demokrasiyê dê ji bo her kesî baştir be. Divê her kes ji bo çareseriyê îradeya xwe nîşan bide. 
 
Hem medyaya qesrê hem jî ya yên ji xwe re dibêjin muxalîf tiştê pir cuda tên nîqaşkirin. Lê yek ji wan jî rastî nayê axaftin. Ne daxwazên gelê me ne jî nûnerên wan tune ne. Xwe bi xwe diaxivin û dilîzin. Hinek dibêjin tevgera Kurd bi AKP’ê re lihev kiriye ku Erdogan dîsa hilbijêrin, hinek dibêjin pirsgirêka Kurd hatiye çareserkirin û ev pirsgirêka îstîxbaratê û hwd. ye, hinek jî tenê aliyê çekdarî nîqaş dikin. Me li her derê got; çek sedema vê meseleyê nîne, encama wê ye. Heke li ser sedemên vê meseleyê were axaftin jixwe wateya çekê namîne. Lê mixabin li Tirkiyeyê li ser encamê tê axaftin. Em jî dibêjin çareseriya meseleya Kurd ji bo gelên Tirkiyeyê firsend e. Dê aboriya Tirkiyeyê bihêz bibe. 
 
OCALAN FORMULA AŞTIYÊ AMADE DIKE 
 
Pirsgirêka aştiyê ne tenê bi gotinan dibe. Pirsgirêke qanûnî, makezagonî ye. Heke ev pirsgirêk çareser bibe, divê Kurd bi zimanê dayikê perwerde bibin. Divê demokrasiya herêmî hebe. Nabe ku her kes li gorî keyfa xwe qeyûman tayînî îradeya gelê Kurd bike. Divê Tirkiye ji yekperestiyê dûr bikeve û hemwelatiya wekhev hebe. Divê ji mezhebperestiyê dûr bikevin. Divê pêvajoyeke wiha ya reformê tavilê bikeve meriyetê. Amadekariyên birêz Ocalan ên ji bo daxuyaniya dîrokî didomin. Em naveroka daxuyaniyê baş nizanin lê di daxuyaniyê de dê qala çareseriya meseleya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê were kirin. Mesele ne tenê meseleya bangawaziyê ye. Dibe ku bangek were kirin. Me duh gotibû ku di vê mijarê de amadekariyeke birêz Ocalan heye. Me got ku xwe ji bo daxuyaniyeke dîrokî amade dike. Di vê daxuyaniya dîrokî de birêz Ocalan amadekariya formula demokrasiya Tirkiyeyê û demokratîkkirina wê, çareseriya bi rêyên demokratîk a pirsgirêka Kurd û aştiyeke birûmet amade dike. Îşala dê di demekî nêz de têkildarî çareseriya pirsgirêkê nêrîn û bendewariyên xwe parve bike. 
 
Divê Tirkiye destê aştiyê dirêjî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike û sepanên dijdemokratîk ên weke qeyûman jî bidawî bike. 
 
Em çiqasî bihêz bin, weke sermuzakerevan destê birêz Ocalan dê ewqas xurtir bibe. Em çiqas xurt dengê xwe derxînin, ev pêvajo ewqas dê derbasî pêvajoya aştiyê bibe. Birêz Ocalan ji bo çareseriyeke mayinde dixebite. Yên ji wî hez nakin û naxwazin bi xwe jî dibînin bê ka di wê hucreya 12 metrekareyê de çawa ji bo aştiyeke birûmet dixebite, formûl û nexşerêyan çawa amade dike. Birêz Ocalan roleke zehmet û girîng li xwe girt. Divê tevahiya barî li ser milê wî nehêlin. Heke ev der têkoşîneke xurt bimeşîne, em ê barê wî sivik bikin û pirsgirêkê çareser bikin. 
 
DIVÊ OCALAN BI CIVAKÊ RE BE
 
Ez niha bangî birêz Bahçelî û îktîdarê dikim; ma sermuzakerevan di hucreyê de tê ragirtin? Dê muzakereyan çawa bike? Ma di hucreyeke 12 metrekareyê de şertên muzakereyan hene? Bi hevdîtineke salê carekê ya 2 saetan ma dê bikare peywira xwe ya sermuzakerevan pêk bîne? Heke ne zane civak çi difkire dê çawa muzakereyan bike? Madem we jî weke sermuzakerevan qebûl kir, wê demê tecrîdê rakin. Divê em rêyeke ku birêz Ocalan fikrên xwe bi civakê re parve bike peyda bikin. Hûn ji mirovekî hatiye îzolekirin re dibêjin kerem bike em muzakereyan bikin. Tiştekî wiha li tu devera cîhanê nîne. Lewma heke em bihêz û birêxistinkirî bin, dikarin vê îzolasyonê ji holê rakin. Divê birêz Ocalan di nava civaka xwe de be. Ev ji bo Tirkiye û demokrasiyê dê bixêr be. Dê bike ku pêvajo bileztir pêş bikeve. Vê tecrîdê rakin û ji bo Ocalan bi civakê re bê gel hev, gavên şênber û pratîk biavêjin ku em jidilbûna we bawer bikin. 
 
DÊ ÇI BIBE KESÊ ÇEKAN BER DIDE BIBE?
 
Kesên çekê ber didin dê çi bikin, dê bi ku de biçin, dê bê cem malbata xwe? Yên dibêjin ‘bila li Sûriyeyê, Iraqê û Qendîlê nemînin’ gelo bingeha vê amade kiriye? Bi sedhezaran girtiyên siyasî hene, dê çi bi wan bibe? Dê çi bi meseleya zimanê dayikê bibe, dê çi bi rêveberiyên herêmî bibe? Dê çi bi xespa îradeyê qeyûman bibe? 
 
Birêz Ocalan amadekariyeke cidî dike. Dê bangekî bike lê ez jî nizanim dê çi bibêje. Em bi aştiyeke birûmet û çareseriyeke demokratîk re ne. 
 
BAL KIŞAND SER DEKLARASYONA NEWROZA 2013’AN 
 
Pirsa ‘gelo di bangê de çi heye’ pir zêde tê kirin. Belê em ne li Îmraliyê ne. Em tenê tiştên şandeyê gotine dizanin. Hûn dizanin dê çi di bangê de hebe; banga birêz Ocalan di Newroza 2013’an de li navenda me ya têkoşînê Amedê li pêş sedhezaran kesan xwendibû. Birêz Ocalan çi digot; ‘Bila êdî çek bêdeng bibin û fikir biaxivin.’ Di vê bangawaziyê de jî dê were gotin ku bila tundî û pevçûn ji holê were rakirin û fikr û siyaset biaxive û ji bo vê jî bila zemîneke hiqûqî û qanûnî were amadekirin. Em girîngiyê didin vê. 
 
TEMÎNATA PÊVAJOYÊ HÛN IN
 
Temînata pêvajoyê em nînin, hûn in. Heke hûn xwedî lê derkevin, piştrast bin ku dê neçar bimînin gavê biavêjin. Dê ev êş, xwîn, hêsrên çavan û hwd bi dawî bibin û pirsgirêk bi rêyên demokratîk çareser bibin. Heke hûn pişta xwe bidenê, dê kêm bimîne û wekî em dixwazin nemeşe. Temînata wê hûn in û em banga têkoşînê li gelê xwe dikin. Ev 40 sal in me êşên mezin kişand û niha firsendek heye. Lê rîsk jî heye. Firsend, rêxistinî û hêza me ye. Xetere jî xemsarî, bêdengiya me ye. Heke em firsendê bixwazin, divê em xwedî lê derkevini, kolan bi kolan bigerin, biçin cem hemû gel û baweriyan û derî bi derî bigerin. Em  li vir in û dê bi hev re biçin. Em ê bibêjin ‘Em li gel îradeya birêz Ocalan, bi gotinên wî re ne û piştgiriyê didin.’ Bawer bikin wê demê tu îktîdar dê nekarin pêşiya çareseriya vê meseleya izlm û zextê bigirin.” 
 
Civîn, ji çapemeniyê re girtî domiya. 
 
 
 
 
 

Sernavên din

28/09/2025
14:57 'Ji bo hevdîtina bi Ocalan re divê Kurtulmuş erka xwe pêk bîne’
13:39 Xetereya li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî didome
13:21 Şîna Firat Kuşak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:18 Prof. Mezzedra: Divê ‘mafê hêviyê’ ku Bahçelî behs dikir tavilê bikeve meriyetê
12:12 Bakirhan: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê gav bên avêtin
12:02 Doza Dîlara Gunanayê sibê ye: Hesabê ji faîlên keça min bipirsin
11:40 Serokê Amedsporê: Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin
11:16 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon beriya 1’ê Cotmehê biçe Îmraliyê
10:41 Ji Îranê gefa darvekirinê: Rejîm ji hêza jinan ditirse
10:15 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:14 ‘Divê bîlançoya talana xwezayê ya 50 salên dawî bê derxistin’
09:42 Xelkê Semsûrê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:34 ‘Em ê civaka demokratîk bi jinan re ava bikin’
09:18 DMME’yê ji bo nedayina pirtûkên Ocalan biryara binpêikrinê da
09:00 Jin ji bo meşa ‘azadiyê’ amade ne
09:00 ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2025’AN
27/09/2025
16:50 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê daketin qadan
15:43 Xwestin girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan
15:34 Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:06 Kamaç: Înîsyatîf dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurd
14:54 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
13:25 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
12:55 Ji Halîde Turkoglûyê banga ji bo meşa TJA'yê: Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin
10:10 Ji ber reklama bi kurdî ceza li Amedsporê hat birin
09:41 Di êrişa DAIŞ’ê de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
09:09 Kesên ku Ceylan Onkolê qetilkirin 16 sal in nehatine darizandin
09:08 Banga ji bo serlêdana Xelatên Gurbetellî Ersozê
09:08 ŞanoWan, dê bi ‘Xulamê du Xudanan’ derkeve pêşberî şanohezan
09:07 Ji bo meşê bang li jinên Tirkiye û Kurdistanê kir: Em daxwaza jiyana wekhev nû bikin
09:06 ‘Ger aştî çêbibe dê pereyê ji bo şer tê xerckirin li gel vegere'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2025'AN
08:21 Li Qersê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da
26/09/2025
19:31 Rojnamevan Celaletîn Yalçin ji girtîgehê derket
16:16 Li Şengalê Cejna Cimayî tê pîrozkirin
16:14 Ji bo meşa dê ji bo Rojîn Kabaîşê bê lidarxistin banga tevlibûn hat kirin
16:13 Kesên bi sûcê tecawiza li dijî zarokê tên darizandin nehatin girtin
15:38 Qeyûmê Mêrdînê şêniyên gundên Şemrexê mexdûr dike
15:24 Dê ‘kapasîteya krîmînal’ a faîlê Gulîzar Yildiz qetil kiribû bê lêkolînkirin
15:24 Ji Kovara LeMan’ê 3 kes hatin berdan
14:46 Rojnameger Yalçin hate berdan
13:48 Kurtulmuş: Hevdîtina bi Ocalan re hêj nehatiye rojeva komîsyonê
12:10 Rojnameger Heval Arslan 4 roj in binçavkirî ye
12:02 Daxwaza tehliyeyê ya Ozer nehate qebûlkirin
12:01 Li ser rêya bi 15 milyon lîreyan hatibû çêkirin xebatên kolandinê dan destpêkirin
11:44 TOHAV dê çalakiya ‘di perwerdeyê de zimanê dayikê’ li dar bixe
11:02 Endamê komîsyonê Çîçek: Muxatab Ocalan e û divê lê were guhdarîkirin
09:59 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
09:08 Ûnvana 'bilindahiyê' ya Gola Masîya ji dest wê çû
09:07 Wan bi qirkirina ekolojiyê hatiye dorpêçkirin: 20 bendav û HES, 18 GES û 2 RES
09:06 Dayika Rojîn Kabaîşê: Bila kiryar bên dîtin û cezakirin
09:04 Piştî ku ferzkirina sîxurtiyê red kir bi malbata wî gef lê xwarin
09:02 Di salên 90'î de dewlet, niha jî Cengîz Holdîng: Koçberiyê li gundiyan ferz dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2025'AN
25/09/2025
18:53 Riza Altûn li mala xwe ya li Tuzluçayirê hat bibîranîn
16:12 Jin li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
15:52 Ji qeyûmê Wanê qirkirina daran
15:51 Der heqê Demîrtaş de dozeke din hate vekirin
15:51 Somayeh Raşîdî li Girtîgeha Qerçaxê jiyana xwe ji dest da
14:50 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê konferansa xwe li dar xist
13:31 Di doza Durdu de daxwaza raporan hate kirin
13:25 Rojnameger Heval Arslan hate binçavkirin
13:24 Gotina ‘Serokê AKP’î yê diz’ sûc hat dîtin
12:30 ‘Hevdîtina bi Ocalan re ji bo aştiya mayinde pêwîstiyek e’
11:41 Fîlozof Rebecca Goldstein ji bo banga Ocalan piştevanî xwest
11:40 ANHA servîsa xwe ya Tirkî digire
11:14 TJA dê ji Amedê bimeşe Enqereyê: Azadiya Ocalan, azadiya me ye
10:54 Coşkun: Guhdarîkirina komîsyonê ya li Ocalan ne tawîz e, mecbûriyet e
09:58 Ezio Menzione: Helwesta dewletê dê di pêvajoyê de diyarker be
09:55 'Ji bo baweriya bi pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan divê'
09:13 Erdogan wekî sala malbatê ragihandibû: Di 9 mehan de zêdetirî 200 jin hatin qetilkirin
09:07 'Diviyabû Komîte ji bo mafê hêviyê guherîneke hiqûqî ferz bikira'
09:06 Ava qirêj a 8 navçeyan diherike Gola Wanê
09:04 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê: Li ser atletê wê xwîna aîdî jinekê hatiye tespîtkirin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2025'AN
08:34 Elyakut piştî 32 salan hate berdan
24/09/2025
20:19 Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Almanyeyê hevdîtin bi partiyên siyasî re kirin
20:13 Ji bo beşdariya li meşa ji bo Rojîn Kabaîşê bang
18:39 Hêzên hikûmeta demkî li Hamayê xanî û dikan talan kirin
18:26 Sal û 8 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Kaya hat birin
18:12 Civîna komisyonê bi dawî bû: Em ê raporeke xurt berpêşî meclisê bikin
17:45 Bi girseyî serdana şîna Adem Kûrtay hat kirin
17:38 Îbrahîm Ateş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:26 MKG’ê bertek nîşanî gefên li rojnamegerên jin hatine xwarin da
16:03 Çelenk: Têgehên Ocalan dê ji bo aştiyê sûdewer bin
15:41 Şînên Ertaş, Işik û Oztan bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:40 YSK’ê ji bo kongreya CHP’ê ya Stenbolê biryara domandinê da
14:56 Ayşegul Dogan: Daxwaza civakê gavên şênber e
14:05 YSK dê ji bo kongreya CHP’ê bi awayekî awarte bicive
14:02 Rêxistinên ekolojiyê dê ‘aştiya bi xwezayê re’ pêşkeşî komîsyonê bikin
12:46 Piştî 32 salan karî cihê gorên PKK’iyan nîşan bide: Li pey xwe berxwedan hiştin
12:04 Girtiyê nexweş Kaya sewqî girtîgeheke din kirin
11:59 Danişîna doza Demîrtaş hate taloqkirin
11:32 Gleditsch: Divê şert û mercên Ocalan baş bikin
Budgen: Hewceye ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
11:15 Kurtulmuş: Em ê li ser amadekariyên sererastkirinên yasayî bisekinin
10:32 Dîroka konsera Koma Amedê hate guherandin
10:29 AYM’ê serlêdana ‘binpêkirina mafê jiyanê’ ya ji bo Taybet Înanê red kir
10:07 Şandeya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi şandeya YE’yê hevdîtin kir
09:57 KCDK-E’yê bang li Fransayê kir: Rêzê ji bo îradeya gelê Kurd bigirin
09:55 Îsraîlê êrişî Fîloya Sumudê ya Global kir
09:31 Meclisa Mexmûrê: Kompoloyeke nû heye, xwedî li kampê derkevin