Di doza Atînayê de pêvajoya komployê

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Komploya Navneteweyî ya li hemberî Abdullah Ocalan pêk hatibû operasyoneke herî mezin a dîrokî tê qebûlkirin û komplo ket sala 26’emîn. Ocalan hemû aliyên pêvajoya komployê di pirtûka ‘Doza Atînayê’ de vegot.

“Bizmarê ewil li Moskovayê hate lêdan; min bi her awayî bêbextiyê hîs kir. Bîzmarê duyem li Romayê hate lêdan; lê tevî van lîstikên kapîtalîzmê jî min dest ji rûmetê berneda. Bîzmarê sêyem li Atnayê hate lêdan; Ez li ber bêbextiyeke nedîtî, felcî bûm! Bîzmarê çarem li Naorobiyê hate lêdan; ez radestî Tirkiyeyê kirim ku doza darvekirina min dikir. Di dawiya komploya çarmixê (çar bizmar)' min li Behra Marmarayê li girtîgeha giravê ya yekkesî ya Îmraliyê bi cih kirin û xwestin ez li vir di çarmixê de li benda mirinê bisekinim. Lewma ez ne mehkûmê Tirkiyeyê, ez mehkûmê komploya navdewletî me..."
 
Ev gotin aydî Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê  (PKK) Abdullah Ocalan in û dema rêxistinê dest bi şerê çekdarî kiribû dewletê gotibû 6 saet emrê wan heye, lê 47 sal in rêxistin hebûna xwe didomîne. Rêberê PKK’ê Ocalan van gotinan di rûpelên dawî ya pirtûka ‘Komploya Navneteweyî Parastina Atînayê’ de tîne ziman û balê dikişîne ser komploya ku li hemberî wî hatiye plankirin. 
 
Starta komploya ku Abdullah Ocalan balê dikişîne ser di salên 1990’î de hatibû dayîn. Komplo ji aliyê DYA û hinek dewletên endamê NATO’yê ne hat plankirin û gava yekem ya komployê îmhakirina Abdullah Ocalan bû.
 
Di vê çarçoveyê de di 27’ê cotmeha 1994’an de Serokê DYA’yê Bill Clinton û Hafiz Esad li Şamê hatin gel hev û hevdîtineke ku 4 saetan dewam kir, pêk anîn. Di vê hevdîtinê de 3 saetan derbarê Abdullah Ocalan de axivîn û Ocalan wek ‘gefa herî mezin’ hat binavkirin û hedef girtin. Xwestin di 6’ê gulana 1996’an de li Şamê bi êrîşeke bombeyî îmha bikin. Lê bi ser neketin. Li ser vê esasê xwestin Abdullah Ocalan bê bandor bikin.
 
Abdullah Ocalan ji ber zextên dîplomatîk û leşkerî yên DYA’yê yên li hemberî Sûriyeyê neçar ma di 9’ê cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derkeve. Çû kîjan welatî ji ber zextên DYA’yê neçar ma wî welatî terk bike. Li  dijî van hewldanan Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka kurd li ser esasê demokratîk û aştiyane bê çareserkirin herî dawî çû Kenyayê, di 15’ê Sibata 1999’an de di  dema derketina ji sefirxaneyê hat revandin û li balafirgeha Naîrobiyê teslîmî tîmeke tirk kirin.
 
Abdullah Ocalan piştî komployê di pirtûkên xwe de ev  mijar bi berfirehî vegot û analîz kir. Di sernavên ‘Operasyona NATO-Gladioyê’, ‘Destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’, ‘Komploya Herî Mezin ya Sedsala 21’emîn’, ‘Di Mudaxaleya Rojhilata Navîn de Gava Yekemîn’ ev mijar bi berfirehî nirxand.
 
Komploya Navneteweyî di sala 26’emîn de ye û Rêberê PKK’ê ji roja ku anîne Tirkiyeyê heta niha li Girtîgeha Îmraliyê di hucreya yekkesî de tê girtin û Ocalan vê hucreyê wek ‘tabut’ pênase dike. Abdullah Ocalan di şert û mercên tecrîda giran de di pirtûka ‘Komploya Navneteweyî Parastina Atînayê’ pêvajoya komployê bi berfirehî vedibêje.
 
Pêvajoya ku di sala 1994’an de bi hevdîtina Clinton-Esad destpê dike û heta 15’ê Sibata 1999’an dewam dike wiha ye:
 
23'yê Sibata 1996'an: Tirkiye û Îsraîl bi peymana hevkariya leşkerî û perwerdehiyê gihaştin asta hevkariya stratejîk. Di çarçoveya vê peymanê de bi tevkarî dor li Sûriyeyê hat tengkirin. 
 
9'ê Nîsana 1996'an: Hevdîtina veşartî ya ku li Qesra Spî di navbera Serokwezîrê Yewnanîstanê Kostas Simitis û Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Bill Clinton de pêk hat, li ser Abdullah Ocalan bû.
 
6'ê Gulana 1996'an: Nîşaneya yekemîn a komploya navdewletî ya li dijî Abdullah Ocalan, bi êrişa suîqestê ya li Şamê hat dayîn. Li baxçeyê li kêleka mala ku Abdullah Ocalan lê dima, tonek teqemenî teqiya û Abdullah Ocalan bêyî ku birîndar bibe ji sûîqestê xilas bû. Piştî teqînê bi demeke ji nîv saetî kêmtir, rojnameyên Londonê ragihandin ku Abdullah Ocalan jiyana xwe ji dest daye.
 
Gulan'a 1997'an: Tûrhan Tayan, Wezîrê Parastinê yê hikûmeta Necmedîn Erbakan, çû serdana Girên Golanê yên Sûriyeyê yên ji aliyê Îsraîlê ve hatibûn dagirkirin.
 
16'ê Îlona 1998'an: Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Atîlla Ateş li ser sînorê Sûriyeyê daxuyanî da û daxwaza dersînorkirin an jî teslîmkirina Abdullah Ocalan kir. Piştî daxuyaniyên Ateş komploya navdewletî ket meriyetê û ji gelek navendan zor li Sûriyeyê hat kirin.
 
17'ê Îlona 1998'an: Yekser piştî rêkeftina Simitis-Clinton, gazî Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî hat kirin ku bê Enqereyê û jê hat xwestin ku ji bo dilsoziya bi Amerîka û Îngiltereyê soz bide. Piştre jî hevdîtin bi Serokê YNK'ê Celal Talebanî re hat kirin û ew şandin Washingtonê. Di 17’ê Îlona 1998’an de di navbera PDK-YNK-DYA'yê de Peymana Otonomiya Kurdan li Washingtonê hat îmzekirin. Esasê vê peymanê tasfiyekirina têkoşîna azadiya kurd û hevkariya di warê Sûriyeyê bû. Lihevkirineke din a di hevdîtinê de jî ew bû ku Iraq li ser esasê federaliyê bê reformekirin. 
 
30'yê Îlona 1998'an: Di civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ya bi serokatiya Serokomar Suleyman Demirel de vebijarkên leşkerî yên ji bo Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin. Demîrel di 1'ê Cotmehê de gefa destwerdana leşkerî li Sûriyeyê xwar.
 
3'yê Cotmeha 1998'an: NATO li Îskenderûnê, li ser sînorê Sûriyeyê, tetbîqatek leşkerî ya berfireh da destpêkirin. 2 hezar û 500 leşker û personelên Amerîkî jî beşdarî tetbîqatê bûn. Ev pêşketin wekî amadekariyên şerê li dijî Sûriyeyê hat şîrovekirin. Bi minasebeta vê tetbîqatê, keştiyên şer ên hêzên deryayî yên Amerîkayê û mûşekên pêşketî ji bo sînorê Sûriyeyê ber bi rojhilatê Deryaya Spî ve hatin veguhestin. Di heman demê de Îsraîlê jî hêzên xwe yên leşkerî li Girên Golanê bi cih kir. Her wiha Fermandarê Hêzên Bejayî Atilla Ateş û Serokomar Demîrel ên ku Sûriyeyê û Abdullah Ocalan hedef girtin, hatin dayîn. 
 
Piştî van daxuyaniyan ji Hatayê ber bi navçeya Cizîr a Şirnexê ve leşker li ser sînorê Sûriyeyê hatin bicihkirin û li baregehên hewayî yên Amed û Meletiyê jî alarma pirteqalî ya di wesfê ya sor de hat dayîn. Ji aliyê din ve DYA’yê bi Misir û Erebîstana Siûdî re ket nava hewldaneke dîplomatîk ji bo zorê bide Sûriyeyê. Bi vî awayî lihevkirina sêalî ya Amerîka-Tirkiye-Îsraîl gihaşt wê astê ku zorê li Sûriyeyê bike. 
 
DERKETINA JI SÛRIYEYÊ
 
Beriya 9'ê Cotmeha 1998'an: DYA-NATO-Îsraîl û Tirkiyeyê dorpêça leşkerî, siyasî û dîplomatîk a li ser Sûriyeyê zêde kirin. Ev zext di 9’ê Cotmeha 1998’an de gihaşt asta herî jor. Sûriye ji bo berjewendiyên xwe serî li ber van zextan danî û di mijara PKK’ê de bi wan re li hev kir û derketina ji welêt li Abdullah Ocalan ferz kir. Abdullah Ocalan di parastina xwe ya Atînayê de vê tekê wiha vegot: "Rayedarên Sûriyeyê dixwestin ez ji welêt derkevim û digotin 'nesekine derkeve!'"
 
9'ê Cotmeha 1998'an: Abdullah Ocalan bi balafireke rêwiyan a Sûriyeyê ji Balafirgeha Şamê çû Atînayê. Dema ku balafir li Balafirgeha Hellinikon a Atînayê daket, Wezîrê berê yê Gihandinê yê Yewnanîstanê û Wekîlê PASOK'ê Kostas Baduvas li hoê ne xuya bûn ku bi xwe Abdullah Ocalan vexwendibûn. Li şûna Baduvas, efserê payebilind Savvas Kalenteridis û rayedarên payebilind ên îstixbaratê derketin pêşberî Abdullah Ocalan. Biryar hat dayîn ku Abdullah Ocalan ê serlêdana penaberiyê kir, beriya ku daxwaza wî ji dadgehê re bê şandin, "demildest Yewnanîstanê biterikîne". Abdullah Ocalan di heman rojê de (9'ê Cotmehê) bi balafireke taybet a ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Yewnanîstanê ve hatibû amadekirin, ber bi Moskovayê ve çû.
 
Di 9'ê Cotmeha 1998'an de Abdullah Ocalan ku çû Rûsyayê diyar kir ku ji aliyê Numan Uçar û hêzên ewlekariyê yên Rûsyayê ve hatiye pêşwazîkirin û wiha got: "Ez pêşî birim mala Serokê Partiya Lîberal Demokrat Jirinowskî û piştre jî birin mala li çiyê ya Serokê Giştî yê Partiya Lîberal Demokrat Jirinowskî. Min ji bo îltîcaya siyasî serlêdana xwe da efserên li cem xwe." 
 
11'ê Cotmeha 1998'an: Piştî ku Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket, agahiyên îstîxbaratê yên cihên çûyê radestî Enqereyê hatin kirin. Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê demê Mesut Yilmaz di 11'ê Cotmeha 1998'an de li ser mijarê civîneke çapemeniyê li dar xist û got, "Ji îro pê ve em hîn bûn ku Ocalan li Rûsyayê ye." Li ser vê yekê Abdullah Ocalan li Dûmayê, li avahiya Parlamentoya Rûsyayê daxwaza penaberiya siyasî kir.
 
4'ê Mijdara 1998'an: Dumayê daxwaza penaberiyê ya Abdullah Ocalan bi 298 dengan qebûl kir. Yekem berteka li hemberî vê biryara Dûmayê ji DYA’yê hat. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê James Rubin di daxuyaniya xwe de got ku bila tu kes ji Abdullah Ocalan mafê penaberiyê nexwaze.
 
Serokwezîrê Rûsyayê Primakov ku biryara Dûmayê ya der barê Abdullah Ocalan de esas negirt, 9 roj muhlet ku Abdullah Ocalan ji Rûsyayê derkeve.
 
ZEXTÊN LI SER ÎTALYAYÊ
 
12'ê Mijdara 1998'an: Abdullah Ocalan ku bi mudaxeleya Wekîlê Partiya Komunîst a ji nû ve avakirina Îtalyayê (PRC) Ramon Mantovani ji Rûsyayê derbasî Îtalya-Romayê bû, li Balafirgeha Îtalyayê hat girtin. Abdullah Ocalan piştî girtinê ji Romayê daxwaza mafê penaberiyê kir.
  
21'ê Mijdara 1998'an: Wezîra Karên Derve ya Amerîka Madeleine Albright bi Sekreterê Giştî yê wê demê yê NATO Javier Solana re hevdîtinek dirêj kir ji bo ku Abdullah Ocalan li tu welatî neyê qebûlkirin.
 
24'ê Mijdara 1998'an: Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Bill Clinton du caran telefonî Serokê Îtalyayê D'Alema kir û got: "Xwe ji xeletiyek dîrokî dûr bixin!" Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA James Rubin jî got: "Divê Ocalan rojek berî rojekê radestî Tirkiyeyê were kirin." 
 
16'ê Çileya 1999'an: Abdullah Ocalan ji Îtalyayê derket û hat Moskovayê. 
 
ÇARMIX Û AMADEKARIYA TABÛTÊ
 
17'ê Çileya 1999'an: Karbidestên ewlekariyê yên rûsî ji Abdullah Ocalan re gotin ku hikûmet naxwaze ew li vir bimîne û got ku ev talîmat ji hêla Primakov ve hatiye dayîn.
 
18'ê Çileya 1999'an: Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Aleksandr Lebedev, soz da Tirkiyeyê ku "Gava ku Ocalan bê girtin wê were dersînorkirin." Bulent Ecevit jî di heman rojê de bi daxuyaniya xwe ya ji çapemeniyê re vê yekê piştrast kir. Abdullah Ocalan vê pêvajoyê wekî “amadekirina çarmix û tabûtê" nirxand.
 
20'ê Çileya 1999'an: Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Bîşkek a paytexta Tacîkistanê birin maleke li gundekî. Rêberê PKK’ê ji bo vê wiha dibêje:“Ev revandina bi zorê bû. Ez 8 rojan li vir di bin tecrîdê de mam."
 
28'ê Çileya 1999'an: Abdullah Ocalan bi balafirekê birin Moskovayê. Abdullah Ocalan li vir ji aliyê yekîneyên taybet ên Rûsyayê ve hat tehdîdkirin û hat xwestin ku wî bişînin Şamê. Lê belê Abdullah Ocalan vê pêşniyazê red kir. Ji ber ku rewş xeternak bû, Abdullah Ocalan ji Admiral Naksakis re ragihand ku ewlehiya wî ya jiyanê di xetereyê de ye.
 
29'ê Çileya 1999'an: Abdullah Ocalan, bi balafira taybet a ku generalê teqawît Naksakis anîbû, cara duyemîn rasterast daket Atînayê, ji ber ku ji pêşniyazên rayedarên rûs guman lê peyda kiribûn neçû Bukreşê.
 
30'yê Çileya 1999'an: Wezîrê Derve yê Yewnanistanê Teodoros Pangalos got: "Hûn bi xêr hatin welatê me. Em dixwazin bi we re hevdîtinê bikin. Xebatên qanûnî yên pêwîst dê bên kirin. Dê nêzîkatiyeke cuda nebe. Di vî warî de em dixwazin rewşa we bi awayekî şênber nîqaş bikin." Abdullah Ocalan ku hevdîtinê qebûl kir, li şûna Pangalos dîsa rastî Stavrakakis û Kalenterîdîs hat. 
 
LI DAVOSÊ AMADEKARIYA PETROLÊ
 
30'yê Çileya 1999'an: Di civîna Foruma Aborî ya Cîhanê de ku li Davosê hat lidarxistin, rewşa Abdullah Ocalan di navbera serokwezîrê Rûsyayê Primakov û şîrketên petrolê yên Amerîkî de hat ser maseya danûstandinê. Di rojnameya aboriyê ya Rûsyayê Kommersantê de, nûçeyeke bi sernavê "Bazarkirina petrolê li dijî Apo" hat serwîskirin û hat gotin bi vê peymanê re petrola Qazaxistanê dê derbasî Rûsyayê bibe û petrola Azerbaycanê dê bi rêya Tirkiyeyê were belavkirin.
 
31'ê Çileyê: Bi însiyatîfa Yewnanîstanê û balafira amadekirî li balafirgeha Mînskê daket. Roja ku Abdullah Ocalan daket Balafirgeha Mînskê, bi biryareke veşartî ya li Swîsreyê hat girtin, hemû balafirgehên navneteweyî yên Ewropayê bi biryareke hevpar destûra daketina balafira ku Abdullah Ocalan tê de bû, red kirin
 
1'ê Sibata 1999'an: Pangalos bang li Balyozê DYE'yê yê Atînayê Nicholas Burns kir û jê re got Abdullah Ocalan ê li Girava Korfuyê di bin tecrîdê de tê ragirtin, li Yewnanîstanê ye. Pişt re ji Abdullah Ocalan re temînat hat dayîn ku ew ê biçe Afrîkaya Başûr. 
 
2'yê Sibata 1999'an: Abdullah Ocalan di 2'yê Sibatê saet 05.30'an de li şûna Afrîkaya Başûr, bi balafireke taybet ji balafirgeha Korfuyê bi rê ket. Balyozê Amerîka yê Atînayê Nicholas Burns ji Simitis û Pangalos xwestin ku wî bibin Kenyayê. Ev balafira veşartî ya ku tê gotin ji Swîsreyê hatiye û bi îhtimaleke mezin ji aliyê Gladiyoya NATO an jî CIA'yê ve hatiye amadekirin, roja 2'yê Sibata 1999'an saet di 11:00 de li Balafirgeha Nairobiyê daket. Abdullah Ocalan ji aliyê Balyozê Kenyayê Kostoulas ve hat pêşwazîkirin. Her wiha derbasbna wî ya di gumrukê re jî ji aliyê balyoz ve hat kirin. 
 
HEVDÎTINA CIA Û MÎT'Ê
 
4'ê Sibata 1999'an: Êvarê, elemanekî CIA'yê ji Musteşarê MÎT'ê yê Tirkiyeyê Şenkal Atasagun re li ser mijarekê daxwaza hevdîtinê kir. Sê Amerîkî, Şefê Îstasyona CIA'yê û du pisporên têkoşîna li dijî terorê çûn mala Atasagun û bi fermana Serokê Amerîkayê Clinton ji bo girtina Abdullah Ocalan piştgirî û operasyoneke hevbeş pêşkêşî rayedarên tirk kirin. Tirkiyeyê jî ev pêşniyaz qebûl kir. Di heman demê de Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Ecevît piştî revandina Abdullah Ocalan di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevan Sedat Ergîn de got, “Di 4’ê Sibatê de xebera ku hûn dikarin Ocalan ji Afrîqayê bigrin, gihaşt me. Ji ber vê yekê ev mekanîzma hat aktîfkirin." Li ser vê yekê Serokkomar Suleyman Demirel jî nîvê şevê li Qesra Çankayayê civîna mezin li dar xist.
 
GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ JI NÛ VE HAT AVAKIRIN
 
Di heman rojê de Girtîgeha Îmraliyê ya nîvvekirî hat valakirin û radestî Serfermandariya Giştî hat kirin. Derdora giravê wekî herêma leşkerî hat îlankirin û di bin navê nûjenkirinê de Girtîgeha Îmraliyê ya ku dê tenê kesek tê de bimîne, ji nû ve hat avakirin. 
 
4-15'ê Sibata 1999'an: Abdullah Ocalan ji bo ku ji mala Kostoulas a li Kenyayê derkeve rastî zextan hat. Ji bo Abdullah Ocalan pasaportek nehat çêkirin û çendî jê re gotibûn dê di 12'ê Sibatê de ji vir biçe jî, ev yek pêk nehat. Jixwe Rêberê PKK'Ê Abdullah Ocalan vê yekê wekî" ewarekirinê" nirxandibû. 
 
BALAFIRA TIRK LI ÛGANDAYÊ DANÎ
 
8'ê Sibata 1999'an: Balyoz Kostoulas, cîgirê xwe Yorgos Diakofotakis, li ser daxwaza Kathourima, Sekreterê Giştî yê Midûriyeta Karên Derve ya Kenyayê şand. Midûrê Emniyeta Tirk Necatî Bîlîcan di daxuyaniya xwe ya ji bo Kovara Der Spîegelê de diyar kir ku Abdullah Ocalan gav bi gav tê şopandin û got: "Em ê wî bigirin."
 
10'ê Sibata 1999'an: Balafira Tirk ku ji Stenbolê rabû, li Balafirgeha Entabbeyê ya Ûgandayê saet di 16:00 de daket. Derket holê ku ev balafira ku ji aliyê Frans Dassault ve hatiye çêkirin a karsazê Tirk Cavît Çaglar e. Ekîba ku ji 9 kesan pêkhatî çû Kampala paytexta Ûgandayayê ku cîranê Kenyayê ye û 5 rojan li Entebbe Lake Victoria Otelê bi cih bû û li benda xebera Kenyayê sekinî. 
 
Di heman rojê de (10.02.1999) Balyoz Kostoulas û karsaz Yorgos Panos hatin avahiya Sefaretxaneya Kenyayê û di bin navê plana Seyşellerê de hewl dan ku Abdullah Ocalan careke din ji sefaretxaneyê derkeve. Di sibeha 13'ê Sibata 1999'an de dema ku Abdullah Ocalan bi israr ne xwest ji sefaretxaneyê derkeve, hewl hat dayîn ku bi darê zorê bê derxistin.
 
15'ê Sibata 1999'an: Dema ku Kenyayê di 15'ê Sibatê de xwest Ocalan dersînor bike, Abdullah Ocalan bi şertê ku biçe Hollandayê ji avahiyê derket. Di êvara 15’ê Sibatê de bi operasyoneke hevpar a rêxistinên îstîxbarata navneteweyî, Abdullah Ocalan ji Balafirgeha Naîrobiyê bi awayekî qorsan hat revandin. Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît di 16'ê Sibatê de derket pêşberî kamerayan û ragihand ku Abdullah Ocalan anîne Tirkiyeyê.
 
Sibê: Nirxandinên Abdullah Ocalan yên derbarê komployê de  
 

Sernavên din

24/09/2025
09:29 Komeleya Jinan a Rosayê: Ji bo jiyaneke wekhev divê 'mafê hêviyê' bê bicihanîn
09:28 Berdana nivîskar Turhan ji ber 'pirtûkên nivîsandine' hat taloqkirin
09:26 Şîrketa DÎMÎN'ê bêyî guh bi de hişyariya DSÎ'yê dest bi xebatên lêgerîna madenan kir
09:25 DAD dê li Gimgimê şaxekê veke: Em ê bersiva asîmîlasyonê bidin
09:23 Dayikên Aştiyê: Heya qirkirina daran radiweste divê em nesekinin
09:22 Li endamên META-DER'ê ferzkirina 'sîxurtiyê': Hûn jî dikarin bibin 'Yeşîl'
09:20 Behsa 'Hevrêyê Azadiyê' Riza Altûn kir: Pêşengê berxwedanê bû
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2025'AN
23/09/2025
20:09 Cenazeyê wî piştî 6 salan hat definkirin
19:58 Bi girseyî serdana şîna Agît Ertaş hat kirin
16:44 Ji bo binpêkirinên li Girtîgeha Dumluyê daxwaza lêkolînê hat kirin
16:14 Cezayê Hevşaredarê Colemêrgê Akiş hate betalkirin
13:52 Kampanyaya DEM Partiyê ya 'Em aştiyê dixwazin ji ber ku' mezin dibe
13:08 Daxwaza sereke ya xelkê Rihayê azadiya Ocalan e
12:40 Gelek taxên Wanê bi posterên Abdullah Ocalan hatin xemilandin
12:23 Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyanî da
11:13 Danişîna doza rojnameger Şahîn hat lidarxistin
11:13 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:03 Di êrişên Îsraîlê de 17 Filistînî hatin qetilkirin
11:02 Îmzeyên ji bo Ocalan hatin komkirin ji saziyên navneteweyî re hatin şandin
11:01 Çar welatên din ragihandin ku dewleta Filistînê nas dikin
10:30 Hunermendê Arjantînî Racca ji bo Ocalan bang kir
10:08 Li Mêrsînê kesek hate binçavkirin
10:08 Li Fransayê polîsan bi ser komeleya Kurd de girt
10:07 Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê operasyon: 13 kes hatin binçavkirin
10:04 Madena Cengîz Holdîngê golan ziwa dike
09:31 Li Bismilê şewat derket: Zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
09:20 Qeydên NÇA'yê dê heya 20'ê Cotmehê bidomin
09:18 'Divê mafê hêviyê bê cîbicîkirin'
09:17 Hevserokê GOÇ-DER'ê: Ji bo vegerê zemîneke qanûnî divê
09:09 Şîrketa Koza Altinê Giyadînê talan dike
09:08 DEDAŞ'ê deynê gundan li muxtaran birî: Mal û milkên wan hatin heczkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2025'AN
22/09/2025
21:25 Hêzên hikûmeta demkî êrişî taxa Şêxmeqsûdê kirin
15:19 Li Pulat ê gef li rojnameger Oznûr Degerê xwaribû doz hat vekirin
15:11 Komîsyon vê hefteyê dê li saziyên lêkolînê guhdarî bike
14:30 Fîlmê ‘Heval Birako’ diyarî Nazim Daştan hate kirin
14:23 Li dijî binpêkirinên li girtîgehên ‘tîpa bîrê’ banga hestiyariyê
14:14 Li pêşiya Girtîgeha Sîncanê bang kirin: Dawî li binpêkirina mafê berdana bişert bînin
13:36 TJA’yê ji bo jinên li Efxanistanê bang kir
13:29 HSD: DAIŞ’ê di 10 mehên dawî de 153 caran êriş kir
13:18 TEV-DEM’ê komkujiya li Dêr Hafirê şermezar kir
13:17 NY bi rojeva Filistînê dicive
12:41 Ji bo kursên şaredariyê yên Kurdî û Farisî eleqeyeke zêde heye
11:45 ‘Divê Komîsyon ji bo azadiya Serok Apo û hebûna gelê Kurd zemînê amade bike’
11:21 Xwebûn bi manşeta ‘Vegerin welatê xwe’ derket
11:13 'Xelatên Gurbetellî Ersozê tê wateya domandina kevneşopiya wê’
10:37 Ji gundê Izêrê ku Ocalan dixwest dîsa biçe serdanê: Em li çaverêya wî ne
10:03 Hevalên rojnameger Evran: Di çapemeniyê de mamoste, di jiyanê de heval bû
09:43 Ji şaredariya AKP’ê skandal: Jinên biyanî bi nasnameyên sexte hatin zewicandin
09:34 DFG: Evran dê di têkoşîna gelê Kurd bijî
09:28 Ji bo parastina Keşîşxaneya Varagavankê û Keleha Yoncatepeyê bang kirin
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÎLONA 2025’AN
08:52 Dîroka konsera Koma Amedê diyar bû
08:52 Mihrîcana Surfest II bi konserê bi dawî bû
21/09/2025
16:43 Şaxa DAD’ê ya Enqereyê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:21 Meral Daniş Beştaş: Dibe ku komîsyon hefteya pêş bi Ocalan re hevdîtinê bike
15:55 Ji ESP’ê kampanyaya ‘Çareseriya kedkar’
15:20 2 hezar û 541 kesayetên Sûriyeyî dixwazin hevdîtinê bi Ocalan re bikin
15:05 HSD’ê îdiayên wezareta parastinê ya Şamê derewand
14:49 Ozgur Ozel dîsa bû serokê giştî yê CHP’ê
14:47 Ji hunermend Julîde Kural vîdeoya ‘Ji bo aştiyê gotina min heye’
14:21 Dayikên Aştiyê amadekariya konferansê dikin: Em ji Ocalan bawer in
13:33 Ozel: Li Tirkiyeyê gef li ser hemwelatiya wekhev heye
11:59 Qeyûmê Wanê di 7 mehan de 100 neguhêzbar da ber firotinê
11:40 Walîtiyê pereyê pîrozbahiyê ji budçeya gundiyan xerc kir
11:14 Kaya ê du zarokên xwe winda kirî: Bêyî Ocalan aştî nabe
10:52 Dayik: Ji bo aştiyê azadiya Ocalan şert e
10:40 Hevserokê Giştî yê OHD’ê: Komîte pêvajoyê dirêj dike
10:23 Li Edeneyê ji ber ‘protestoyê’ doz li 2 siyasetmedaran hat vekirin
10:10 Di dibistana Çapemeniya Azad de stûnek: Seyît Evran
09:38 Rêveberiya Xweser têkildarî Dêr Hafirê daxuyanî da
09:36 Hejmara 134’an a kovara Jinê derket
09:16 Bijîşkê Filistînî: Ji alîkariya xurekan zêdetir pêdivî bi alîkariya siyasî heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÎLONA 2025’AN
20/09/2025
19:33 Abdullah Ocalan: Endamên hêja yên çapemeniyê xwedî berpirsyariyeke dîrokî ne
17:03 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî biryara Konseya Ewropayê dan: Bila 'mafê hêviyê' pêk bê
16:30 Malbatên rojnamevanên hatin qetilkirin serdana Yenî Yaşamê kirin
16:05 14'emîn Lijneya Giştî ya Jinan a HDK'ê: Divê komisyon bêyî bi derengî bikeve gavên berbiçav biavêje
15:42 Lijneya giştî ya Pîşesaziya Organîze ya Tekstîlê ya Amedê hat lidarxistin
15:24 Bi girseyî serdana şîna Gunay Dînar hat kirin
15:13 Ji bo 3 girtiyên nexweş banga lezgîn: Wan berdin
14:52 Bernameya Belgefîlman a FîlmAmedê diyar bû
14:23 Îbrahîm Ayhan hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wî bidomînin
14:12 Dayikên Şemiyê: Komîsyonên Heqîqetê pêdiviyeke ku nayê taloqkirin
13:55 Xizmên windayan li aqûbeta Gundem, Tarim û Akin pirsin
11:59 DBP û DEM Partî: Em ê ruhu têkoşîna Apê Mûsa bilind bikin
11:26 Agir bi konên karkerên çandiniyê ket
11:18 Mûsa Anter li cihê lê hat qetilkirin hat bibîranîn: Apê Mûsa serhildanek bû
11:04 Şewata li Mûglayê didome
10:58 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon tavilê 'mafê hêviyê' daxilî rojeva xwe bike
10:27 Li Girtîgeha Qerçekê mirineke biguman
10:21 SûrFest bi kargehan û konserê dest pê kir
10:10 Texsîvanê êrişî wî hat kirin jiyana xwe ji dest da
10:02 Ji bo Rojîn Kabaîşê serî li Wezareta Dadê hat dayîn
09:48 Welatiyên ji ber bendavê ji cihê xwe bûn, av bi dest wan nakeve
09:29 Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hatin dayîn
09:19 'Heya girtiyên nexweş neyên berdan aştî nayê'
09:09 Li Bazîdê amadekariyên zivistanê
09:06 Ji bo keça xwe ya bi hovîtî hat qetilkirin edaletê dixwaze