STENBOL – TMMOB bi sernavê "Ji bo pêşeroja welatê me, gelê me û pîşeya me em ê deng xwe bi kar bînin û em ê xwedî li dengê xwe derkevin" kampanyayek da destpêkirin. Sekreteyê TMMOB yê ÎKK'ê Efe Akçelîk got: "Dengên tên avêtin mafê me yê pîşeyî û rûmeta me ye."
Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) bi ser navê "Dengê xwe bi kar bînin. Ji bo pêşeroja welatê me, gelê me û pîşeya me em ê deng xwe bi kar bînin û em ê xwedî li dengê xwe derkevin" kampanyayek da destpêkirin. TMMOB'ê li hemû şaxên xwe pankarta bi vê sernavê daliqan û bi vî awayî bal kişand ser girîngiya hilbijartina 24'ê Hezîranê.
Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a Stenbolê (ÎKK) a TMMOB'ê Cevahîr Efe Akçelîk, derbarê naveroka kampanyayê û ewlehiya hilbijartinê de axivî.
'EM Ê JI BO EWLEHIYA SINDOQAN PERWERDEHIYÊ BIDIN'
Akçelîk, diyar kir ku ew ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de ji bo pêşeroja welat, pîşeya xwe û gelê xwe dengê xwe bi kar bînin û xwedî li wan derkevin. Akçelîk, destnîşan kir ku ji bo bikaranîna dengan û ewlehiya hilbijartinê desteyên sindoqan girîng in û got: "Rêya ewil a astengkirina nelirêtî û hîle û xurdeyan desteyên sindoqan e. Me beriya 30'yê Gulanê bang li hevpîşeyên xwe yên di cemaweriyê de dixebitin kir ku serî li desteyên hilbijartinê yên navçeyan bidin û peywirê bigirin. Her wiha me ji hemû hevpîşeyên xwe re got ku li ser sindoqan bibin muşahid. Em ê di rojên pêş de perwredehiya muşahidiyê û ewlehiya ji bo sindoqan bidin hevpîşeyên xwe."
‘VÊ DÎMENA TARÎ BIBÎNIN Û LI GOR WÊ DENGÊ XWE BI KAR BÎNIN'
Akçelîk bal kişand ser girîngiya bikaranîna dengan û xwedîderketina li dengan û got: "Berpirsiyarê vê dîmena tarî ya bin ser civaka me de girtiye, kesên ku bi salane bi feraseteke paşverû û piyasekar bi rê ve dibin bi xwe ye. Berpirsiyarên vê dîmenê kesên dixwazin rejîma yekzilamî ava bikin û demokrasiyê ji holê rabikin bi xwe ne. Em bang li kedkaran dikin ku bi vê hişmendiyê dengê xwe bi kar bînin û xwedî li dengên xwe derkevin."
Herî dawî Akçelîk got: "Feraseta piyasekar, oldar, çewisîner, dîktayî, qadên me yên pîşeyî, mafên me û avaniyên me yên rêxistinkirî jî hedef digire. Bi salan e bi polîtîkayên heyî fealiyetên me yên pîşeyî tên bêqîmetkirin û hevpîşeyên me yên nû mezûn didin bi pirsgirêka betaliyê re rû bi rû dimînin. Wek TMMOB'ê berpirsiyariya me ew e ku em berjewendiyên pîşeya xwe, hevpîşeyên û welatê xwe biparêzin. Em bang li hevpîşeyên xwe dikin ku di 24'ê Hezîranê de li hemberî feraseta ku qadên meyên pîşeyî û fealiyetên me bêqîmet dike, divê neyê jibîrkirin dengên tên avêtin mafê me yê pîşeyî û rûmeta me ye."
MA / Necla Demir