WAN - Namzeta HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan çavdêriyên xwe yên ji bo xebatên hilbijartinê vegotin û got: "Dema em bi ciwan, jin û zarokan re diaxivin em dibînin ku rojên xweş li benda me ne. HDP li Wanê amade ye û li benda 24'ê Hezîranê ye."
Namzeta HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, kedkareke ku bi KHK'ê hatiye îxrackirin. Orhan di sala 1998'an de li Bankeya Zîraetê xebitî û di sala 2002'yan de li Zanîngeha Wanê dest bi xebatê kir. Orhan di sala 2017'an de bi KHK'ê ji zanîngehê hat îxrackirin.
Orhan ku xebatên hilbijartinê bi rê ve dibe, diyar kir ku ji bo ew texrîbata ku îktîdara AKP'ê çêkiriye ji nû ve baş bikin ew daketina qadan û got: "Em vê rewşê ji herkesî re dibêjin. Em li 13 navçeyên Wanê tax bi tax û gund bi gund geriyan. Em carekê ji serî heta binî li bajêr geriyan. Mirov HDP'ê wekî cihê hêviyê dibînin. Em dibînin ku gelê me ji me bêtir hay ji pêvajoyê heye. Dema em vedibêjin em ji me bêtir dibêjin. Kesên diçin zozanan behsa qedexekirina zozanan, gundî behsa bihabûna mazotê û jin behsa saziyên hatine girtin."
‘HDP DI DILÊ JIN Û ZAROKAN DE CIH GIRTIYE'
Orhan, diyar kir ku di dema xebatên hilbijartinê de ew bi dîmenên rengîn re rû bi rû dimînin û nemaze jî coşa jinan coşeke cuda ye. Orhan di xebatên li navçeya Ebexê behsa eleqeya dayikeke extiyar kir û got: "Dema em ketin navçeya Ebexê dayikek wexta dengê muzîka me dibihîse ji çarşiyê baz dide. Ew dayika 80 salî, alayên HDP'ê girtin û konvoy şopand. Ew coşa wê me gelekî hestiyar kir û çavê herkesî şil bûn." Orhan diyar kir ku dema ew li van dîmenan dinêrin dibînin ku HDP di dilê jin û zarokên ku rizgariya vî welatî ne de cih girtiye.
‘JIN BÊTIR DI NAV SIYASETÊ DE NE'
Orhan, diyar kir ku li herêma Serhedê jin bêtir polîtîk in û di nav siyasetê de cih digirin. Orhan got: "Di vê hilbijartinê de em dibînin ku li Wanê û bajarên din ew jinên ku di warê siyasetê de kêm xwe îfade dikirin niha xwebaweriyeke mezin li wan peyda bûye. Jinên ku dilê wan diêşe û bi şidetê re rû bi rû ne, bêtir girîngiyê didin pêşerojeke adil û demokratîk. Dema em bi ciwan, jin û zarokan re diaxivin em dibînin ku rojên xweş li benda me ne. HDP li Wanê amade ye û li benda 24'ê Hezîranê ye."