* Namzeta HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan çavdêriyên xwe yên ji bo xebatên hilbijartinê vegotin û got: "Dema em bi ciwan, jin û zarokan re diaxivin em dibînin ku rojên xweş li benda me ne. HDP li Wanê amade ye û li benda 24'ê Hezîranê ye."
* Hevserokê HDP'a Mêrsînê Mûrat Baykan diyar kir ku li bajêr atmosfereke ji ya 7'ê Hezîranê wirdetir heye û ew ê herî kêm 3 parlementeran bişînin meclîsê.
* Dayika Ceylan Onkol, Saliha Onkol beriya hilbijartinên nêrînên xwe anî ziman û got: “9 sal in kezeba min dişewite û ez bi êşa kuştina Ceylanê dijîm. Bila ev hilbijartin bibe hilbijartina aştî û edaletê. Bila Selahattîn Demîrtaş jî demildest berdin.”
* Ji ber qedexekirina zozanan, yek ji çavkaniyên debarê yê herî girîng kivark jî bi rihetî nayên berhevkirin. Gundî, tevî zor û zehmetiyan jî diçin herêmên qedexe û kivarkan kom dikin.
* Neviyê Şêx Seîd bersiv da sloganên “darvekirinê” yên di mitînga Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan û daxuyaniyên wî û got: “Bêbextiyan li birêz Demîrtaş dikin. Me bi dehan car êşa darvekirina kişand. Em li dijî darvekirinê ne û kî kê darve dike?”
* Hikûmetê gotibû ew ê 'navenda cazîbeyê' bînin Îdirê, lê belê derket holê ku di vê projeyê de girtîgeheke mezin ku kapasîteya wê 5 hezar in, kampeke penaberan ku kapasîteya wê 2 hezar û 500 e û qaleqol in.
* TMMOB bi sernavê "Ji bo pêşeroja welatê me, gelê me û pîşeya me em ê deng xwe bi kar bînin û em ê xwedî li dengê xwe derkevin" kampanyayek da destpêkirin. Sekreteyê TMMOB yê ÎKK'ê Efe Akçelîk got: "Dengên tên avêtin mafê me yê pîşeyî û rûmeta me ye."
* Li Meletiyê qeysîvan diyar kirin ku ew ê destekê nedin îktîdara ku destekê nade wan û gotin: "Em qeysîvan ji AKP'ê re dibêjin 'êdî bes e'. Em ê dengê xwe bidin HDP û Demîrtaş."
* Li ser giliya Alîgirê fermandarê Giştî yê Cendirmeyan ku ji ber kuştina 13 gundiyên Dêrikê tê tawanbarkirin, der barê 7 rojnamevanên ku nûçeya DÎHA'yê ya derheqê operasyona Sûrê de li ser ehsabê xwe yê medyaya civakî parvekirin de, doz hat vekirin. Hat xwestin ku 3 sal ceza li rojnamevanan bê birîn.
* Dê li Rihayê ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê 3 hezar û 333 sindoq bên danîn û dê milyon û 71 hezar hilbijêr deng bi kar bînin. HDP'ê diyar kir ku ji bo vîna azad a hilbijêran di sindoqan de xwe bide der wan tevdîr girtine. Muşavîrê Hiqûqê yê HDP'ê Hîdayet Enmek diyar kir ku wan ji bo her sindoqê endamên desteya sindoqê yên asil û yêdek bi cih kirine.
* Di îdianameya ku derbarê nûçegihanê me Barzan Guneş ku 3 roj berê li Şirnexê hat girtin hat amadekirin û berpêşî dadgehê hat kirin de, parvekirinên li ser civaka medyayî yên di sala 2014'an de hatine kirin û parvekirinên der barê êrîşên li ser Efrînê sûc hatin hesibandin.
* Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê dê têkildarî hewldana êrîşa li dijî xebatên wan daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.00)
* Malbatên kesên xizmên wan di şer û dorpêça bajar de jiyana xwe ji dest dane û rêveberên HDP, DBP û rêxistinên civakî dê ji bo Cejna Remezanê li Şirnexê gorên kesên jiyana xwe ji dest dane ziyaret bikin. (16.00)
* Malbatên Roboskê dê di hefteya 337'an de li ser gora kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyê bidin çapemeniyê û li edaletê bigerin. (16.30)
* Malên Gel dê bi dirûşmeya "Çayek ji Oya û Çayek ji Selo tu jî ketilê xwe bîne û were" li Parka Maçka ya Demokrasiyê çalakiyê pêk bîne. (18.00)
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de dê li navçeyên Pendik, Sultanbeyli, Sancaktepe û Umraniye bi gel re bê cem hev. (14.00-19.30)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temmelî dê li Wanê bi gel re bê cem hev. (16.00-22.00)