NAVENDA NÛÇEYAN – HDP'ê bertek nîşanî gotinên Serokomar Erdogan dan ku li ser medyaya civakî hatin hatin parvekirin. Erdogan di gotinên xwe de ji bo HDP'ê got: "Divê HDP bendê derbas neke." HDP'ê derbarê vê yekê de daxuyanî da û got, ev yek bi awayekî aşkere teşwîqkirina ji bo sûc e.
Li ser civaka medyayî vîdeoyek hat parvekirin û di vîdeoyê de Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan, li avahiya AKP'ê ya Stenbolê di "Civîna Bi Serokên Taxan Re" dibêje: "Divê teşkîlata me xebatên pir cuda li ser HDP'ê bimeşîne. Ez vê yekê nikarim li derve bi axivim. Ez vê yekê li vir bi were di axivim. Çima ez bi were parve dikim. Ji ber ku hiştina HDP'ê ya di bin bendê de, dê rewşa me baştir bike." HDP'ê der barê vê yekê de daxuyanî da.
HDP'ê daxuyanî li ser hesabê fermî yê Twitterê yê partiyê da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan bi awayekî aşkere sûc teşwîq dike. Plana wî ew e ku bi hîleyan û çewisandinê dengê me bidize û HDP'ê di bin bendavê de bihêle. Çimkî dizane eger HDP ne di Meclîsê de be, wê di ser 400 re parlementeran bi dest bixe. Ji bo astengkirina vê yekê di 24'ê Hezîranê de dengek ji bo HDP'ê û dengek ji bo Demîrtaş."