STENBOL - Rêxistinên Civaka Sivîl ji bo ewlekariy sindoqan li hev kom bûn û bang li dengdêran kirin ku roj herin ser sindoqan û bi şev jî li dû sindoqan bin.
Yekitiya Ji bo Demokrasiyê (DÎB), Koma Diyalogê, Platforma Edalet û Maf û Hewldana Hemwelatiyan ji bo ewlekariya sindoqan li Otela Poînt civîna çapemeniyê li der xistin û gotin “Roj herin ser sindoqan û bi şev jî li dû sindoqan bin.”
Namzeta HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy, gelek lîstikvan û kes beşdarî civînê bûn. Endama DÎB’ê Nesrîn Nas destpêkê axivî û wiha got: “Dibin şert û mercên OHAL’ê de em diçin hilbijartinan. Ev nayê qebûl kirin.”
Dûre lîstîkvan Ayşe Nîl Şamliogu li ser navê saziyan daxuyanî da û wiha got: “Em ber bi civakek aştiyane ve diçin.”
Piştî axaftina filmên derbarê hilbijartinê de hatibûn amadekirin, hatin pêşandan.
Sê lîstîkvanên di fîlmê de cih digirtin ên derketin ser dikê, bi hevre banga “Neçin ber peravan dengan nedin, biçin ser sindoqan dengan bidin” kirin.