ÎZMÎR - Namzetên HDP’ê yên Îzmîrê û namzetê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik, taahhutnameya ji bo eşkere kirina aqûbeta windayan û girtiyên nexweşe îmze kirin.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji bo berdana girtiyên nexweş û eşkere kirina aqûbeta kiryarên ne diyar di 12’ê Hezîranê de daxuyanî dan û bang li partiyan kirin. Namzetên HDP’ê yên Îzmîrê û Namzetê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik bersiv dan banga ÎHD’ê.
HDP’iyan taahhatnameya ÎHD’ê îmze kirin û soz dan ku dê di Meclîsê de û ji derveyî Meclîsê tim rewşa girtiyên nexweş û eşkere kirina aqûbeta kiryarên ne diyar, di rojeva wan de bin. Piştî daxuyaniya li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê hat dayîn, namzetên HDP’ê taahhutname îmze kirin.