ENQERE – Danişîna doza komkujiya GAR'a li Enqereyê pêk hat berdewam dike. Malbatan bertek nîşanî heyeta dadgehê da û gotin "Ma ev e edalet. Em edaletê dixwazin."
Danişîna doza Komkujiya 10'ê Cotmeha 2015'an ku di êrîşa DAİŞ'ê de bi tevahî 103 kesan jiyana xwe ji dest da, berdewam kir. Danişînê bi koma 9’emîn di roja duyemîn de berdewam kir. Di danişînê de Hevseroka Giştî ya KESK'ê Aysun Gezen, Namzetên HDP'ê yên Enqereyê Ceren Şimşek, Nazım Karakurt, Îshak Kocabiyik, Filiz Kerestecîoglu, malbat û parêzerên malbatan amade bûn. Piştî duh dozger mutalaa aşkere kir polîsan tedbîrên mezin girtin.
Malbatên derbasî salonê bûn bertek nîşan dan û gotin "Zarokên me ji wan biparêzin, ne wan ji me!" û bertekên xwe anîn ziman.
Parazerê bersûc Mehmedin Baranç li dijî mutalaayê dem xwest. Parêzerê Nîhat Urkmez jî ji bo paratinê dem xwest. Parêzerê Esin Altintug jî xwest muwekilê wî bê tahliyekirin.
Li salonê di navbera malbat û dozger de niqaş derket. Malbatan ji dozger û dadger xwest dozgerî û dadgeriya adîl û bê alî pêş bixin û li gorî edaletê tev bigerin. Malbatan gotin "Em edaletê dixwazin. Dema dadger cubeyê xwe derxist û navber da malbatan bi çepikan helwesta dadger şermezar kirin.
Malbatan di navberê de bertek nîşanî endamên DAÎŞ'ê dan û gotin “Hûn qatil în. We canê me stend." Malbatan bang li dozger û dadger jî kirin û gotin. "We ji bo 15'ê Tîrmehê bi sedan bîrdarî çikilandin. Lê bîrdariyek me jî tune. Em dixwazin hûn bi wîcdan tev bigerin. We heval û xizmên me bi saxî şewitandin. Danişînê piştî navberê dîsa berdewam kir. Piştî di saeta destpêke de niqaş pêş ketin dadgehê navbera da û piştî navberê malbat hilnedan salona danişînê. Di saeta duyemîn de bi parastina parêzerên DAİŞ'ê rûniştinê dest pê kir. Parêzerê bersûcan xwest muwekilên wan bên berdan.
Di saeta duyemîn de jî di navbera malbatan û parêzerên bersûcan de niqaş derket.
Heyata dadgehê biryar da ku bersûc Erman Ekicî li gorî xala 314-1'an a TCK'ê parastina pêvek bike. Malatan heri dawî bertek nîşan dan û gotin "Ma ev e edalet? Malbatan bi çepikan gotin "Edalet" û bertekên xwe anîn ziman. Danişîn dê piştî nîvro berdewam bike.