NAVENDA NÛÇEYAN - Di serdegirtinên malan ên li Îzmîr û Enqereyê de, endamê Meclîsa HDP’ê û Serokê Partiya Şoreşger ên bajêr hatin binçavkirin.
Li Enqerê, polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girtin û 3 kes binçav kirin. 3 kesên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan û hinceta binçavkirina wan nehat zanîn. Navê kesên hatin binçavkirin wihaye: “Endamê Meclîsa HDP’ê Şehrîban Zugurlu, berpirsê Stanta HDP’ê Şahîn Bardakçi û xwendekara paşnavê wê nehat zanîn Şîlane.
ÎZMÎR
Li Îzmîrê jî, di saetên serê sibê, di serdegirtina mala de Serokê Partiya Şoreşger ê Bajêr Sînan Denîz hat binçavkirin. Bi hinceta parvekirinên medya civakî Denîz hat binçavkirin û hat diyar kirin hin binçavkirinên din jî hene. Denîz birin Şaxa TEM’ê ya Çankaya û li wê derê tê gitin.
WESAYÎTA ANONSA DEMÎRTAŞ NEHAT BERDAN
Li aliyê din, hat zanîn ku di 10’ê Hezîranê de li Bucayê 10 HDP’iyên piştî fitarê hatin binçavkirin, hîna dibin çavan dene. Dîsan di şeva 11’ê Hezîranê de Hevserokên HDP’ê yên Buca Bîrol Duruk, Haydar Yilmaz û wesayîta anonsa namzetê serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hatibûn binçavkirin û lêpirsîna wan a dibin çavan de berdewam dike.