WAN - Li navçeya Payîzava ya Wanê, 500 mihên li dû miha xwe ji zinar avêt çûn û mirar bûn.
Li navçeya Peyîzava ya Wanê bûyerek balkîş pêk hat. Li zozanên Kirom a goma Yakrakli ya Taxa Topyildiz a navçeya Peyîzava şivanan keriyê pezê xwe diçêrandin. Şivanan piştî demekê keriyê pez nezî teht û latên asê yên zinaran kirin.
Di wê navberê de yek ji mihan, xwest derbasî kendalê pêşber bibe û ji zinaran de ket xarê. Dûre keriyê pez hemûyan dan dû û 500 mihên xwe ji zinar avêtin mirar bûn. Piştî şivanan agahî dan gundiyan, hemû gundî çûn cihê bûyerê û li hemberî bûyerê matmayî mayîn. Gundiyan bang alîkariyê li rayedarên berpirs kirin.