AMED - SAMER'ê têkildarî hilbijartina 24'ê Hezîranê li 18 bajarên kurdan li ser 2 hezar û 100 hilbijêran lêkolîn kir. Li gorî lêkolînê ji sedî 65.9'ê hilbijêran diyar kirin ku HDP di şerdên ne wekhev de dikeve hilbijartinê. Hilbijîrê herî bê biryar jî yê AKP’î ne. Hilbijêrên MHP'ê derbasî İYİ Partî dibin. HDP jî dengena ji AKP û CHP'ê distîne.
Navenda Lêkolîna Civakî û Siyasal (SAMER), têkildarî hilbijartina 24'ê Hezîranê ya Wekîlan û Serokomariyê li ser 2100 hilbijêran lêkolîn kir. SAMER'ê li Erzirom, Dîlok, Riha, Semsûr, Mûş, Wan, Amed, Mêrdîn, Qers, Dersim, Çewlik, Colemêrg, Şirnex, Êlih, Agirî, Bedlis, Sêrt û Îdirê lêkolîn kir.
Li gorî lêkolîna SAMER'ê ji sedî 65.9 beşdarên anketê, diyar kirin ku hilbijartin di nava şert û mercên wekhev û bi adîl de pêk nayên. Ji sedî 26.6’an jî gotin di şertên wekhev de hilbijartin pêk tê. Herî zêde hilbijêrên AKP’ê diyar kirin ku hilbijartin di şertê wekhev de pêk tê.
DENGÊ HDP'Ê LI HERÊMÊ ZÊDE DIBE
Ji hilbijêrên beşdarî anketê bûn ji sedî 39 diyar kirin ku dê dengê xwe bidin HDP, ji sedî 33,7 AKP, ji sedî 8,4 CHP, ji sedî 6,6 bê biryar in, ji sedî 4,7 MHP, ji sedî 3,7 İYİ Partî û ji sedî 1,5 jî diyar kirin ku dê dengê xwe bidin Partiya Saadetê.
Li gorî lêkolîna SAMER'ê, di hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an de ev rêje ji sedî 36.5 AKP, ji sedî 34,3 HDP, ji sedî 14.4 CHP û ji sedî 4,7'ê hilbijêrêran diyar kiribûn ku dê dengê xwe bidin MHP'ê. Dengê HDP'ê jî li gorî hilbijartina 1'ê mijdarê 4,7 zêde dibe. Hilbijêrên AKP'ê ji sedî 82,5 dê dîsa bidin AKP'ê, hilbijêrên HDP'ê ji sedî 93,9 dê dîsa bidin HDP’ê, hilbijêrên CHP'ê ji sedî 84,4 dê dîsa bidin CHP’ê. Hilbijêrên MHP'ê jî ji sedî 67,7 dê dîsa bidin MHP’ê.
Di vê hilbijartinê de partiya herî zêde dengê xwe diparêze HDP ye. Hilbijêrên herî zêde di nava AKP’ê de xuya dibin. Dengê MHP'ê ji sedî 23,2 diçin Partiya ÎYÎ, ji sedî 6,1 jî diçin AKP’ê.
Ji bo serokomariyê jî hilbijêran ji sedî 39 diyar kirin ku dê dengê xwe bidin Selahattin Demirtaş, ji sedî 38 Tayyip Erdogan, ji sedî 9,5 jî Muharrem Înce, ji sedî 5,2 Meral Akşener, ji sedî 1,3 Temel Karamollaoğlu ji sedî 5,3’ê hilbijêran jî biryar nedan.
Li gorî lêkolîne Namzetê herî zêde dengê xwe parastiye Selahattin Demirtaş e.
Li gorî lêkolînê Serokomarê derbasî Tûra duyemîn bibe Muharrem ÎNce ye. Di Referandumê de ji sedî 53,2 diyar kiribûn ku Na ji sedî 46,8 jî gotibûn erê.