NAVENDA NÛÇEYAN - Nerazîbûna li dijî operasyonên Tirkiye ya li dijî herêma Qendîlê zêde dibe. Komek ji siyasetmedar, pêşmerge û hunermendan ji Silêmanî berê xwe da Qendîlê.
Nerazibun û bertekên li dijî operasyonên hewayî yên li dijî Qendîlê zêde dibin. Danê sibehê gelek kes li Silêmanî li hev civiyan û ji bo gefên Tirkiye yên leşkerî şermezar bikin, berê xwe dan Qendîlê. Rêveber û endamên Tevgera Azadî, Eniya Gel a Demokratîk, REJAK, Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk ber destê sibehê bi 2 otubusan berê xwe dan Qendîlê. Pêşmergeyên Dêrîn, Helbestvan û Hunermend jî di nava komê de hene. Girseya gel wê di ser Dûkan û Ranya re xwe bigihîne Qendîlê û konê çalakiyê yê ciwanan ziyaret bike. Piştre jî wê daxuyaniyekê bide çapemeniyê. Endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz a Başûrê Kurdistanê, çend roj berê çûn Qendîlê û dest bi çalakiya "Mertalên Zindî" kirin. Çalakiya ciwanan dewam dike.