NAVENDA NÛÇEYAN - HDP’ê heya derengiya şevê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gelek bajar û navçeyan çalakiyên cûr be cûr li dar xistin. Namzetên HDP'ê li Botan û Egeyê bi tevlîbûnên girseyî hevdîtinên gel pêk anîn.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê heya derengiya şevê dixebite. Di vê çarçoveyê de li bajarên Botan û Egeyê hevîtinên girseyî yên gel pêk hat û coşa xebatan gihişt asta herî jor.
ŞIRNEX
Rêxistina Şirnexê, li bajaroka Dêrgulê şahiyek bi coş pêk anî û bi sedan ge, namzetên HDP’ê Hasan Ozguneş û Hyseyîn Kaçmaz beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de bi sedan kesan stran gotin û guvend gerandin. Ji avahiyên derdora qadê welatî derketin ser balqûnên malên xwe bi deqeyan ji bo sirseyê li çepikan xistin. Namzetên HDP’ê Kaçmaz û Ozguneş, di şahiyê de axivîn û wiha gotin: “Baweriy me bi gelê me tê. Em ê bi ser bikevin.”
Li navçeya Hezexê jî, Rêxistina HDP’ê li ber avahiya partiyê sofreya ser rûyê erdê danî û gelek welatî beşdar bûn.
MÊRDÎN
Li taxa Kotek a navçeya Artuklu ya Mêrdînê jî, bi tevlîbûna Parlamenterê HDP’ê Mîthat Sancar û endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê buroya hilbijartinê hat vekirin. Di vekirina buroyê de zarokan alên HDP’ê destên xwe ne danîn erdê û piştî vekirinê demek dirêj guvend hat gerandin.
ÎZMÎR
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di çarçoveya bernameya xebatên hilbijartinê de, beşdarî bernameya fitarê ya navçeya Torbali ya Îzmîrê bû. Namzetên HDP’ê û gelek welatî beşdarî fitarê bûn. Piştî fitarê Temellî axaftinek kurt kir û wiha got: “Vî gelî mehkûmê şer dikin û zilma li ser gel berdewam dikin.”
MANÎSA
HDP li Manîsayê jî xebatên hilbijarinê berdewam dike. Piştî navçeya Ahmetlî, dûre li Alaşehîr jî bernayên fitarê pêk hatin. Namzetên HDP’ê yên Manîsayê Sirri Sakik, Hasret Aslan, Adnan Mankan, Bîrgul Saggoz û bi sedan kes beşdarî fitarê bûn.”
AYDIN
Namzetên HDP’ê yên Aydinê jî bê navber xebatên hilbijartinê bi rêve dibin. Namzet li Taxên Yenîkoy û Dutluoluk a navçeya Çîne ya Aydinê bi gel re hatin gelhev û welatiyan eleqeyek gerim nîşanî namzetan dan. Bi taybetî jinan eleqeyek mezin nîşan dan. Di hevdîtinê de namzet Ferhat Tunç axivî û wiha got: “Em piştgiriyê ji we dixwazin. Dengek ji bo HHP û dengek ji bo Demîrtaş.”