DERSIM - Welatiyên li cih û warê Seyît Riza Dersimê dijî, bertek nîşanî gotinên Erdogan ê bidarvekirina Selahattîn Demîrtaş dan û gotin: “Hişmendiya Seyît Riza bi darve kir, bi Erdogan re didome. Em ê di 24’ê Hezîranê de bersiva herî mezin bidin bi darvekirinê.”
Gotinên Serokê Giştî yê AKP’ê û namzetê Serokkomariyê Recep Tayyîp Erdogan ên bi darvekirina Namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bû sedema bertekan. Gelê Dersimê neviyên Seyît Riza yê di sala 1937’an de hat bidarvekirin, bertekên tund nîşanî gotinên Erdogan dan. Dersimiyan, diyar kirin ku ew ê di sindoqan de bersiva herî mezin bidin Erdogan.
‘DIVÊ ERDOGAN, JI SEDDAM DERS BIGIRE ’
Yek ji niştecihên bajêr Gulşen Borak, diyar kir ku Demîrtaş vîna bi mîlyonan mirov temsîl dike û wiha axivî: “Ji ber tirs û fikarên xwe gotinên bi darvekirinê tînin ser ziman. Mînakên daxuyaniyên wiha di dîrokê de pirin. Desthilatdariya van gotinan bi kartîne, hêdî hêdî dawiya xwe tîne. Vê erdnîgariyê şahidî jig elek dervekirinan re kir. Seddam Huseyîn jî gelek kes bi darve kirin. Di encamê de ew bi xwe jî bi heman rêbazê hat bidarvekirin. Bêguman em weke Erdogan bi gotinên wî bersiv nadin, emê bersiva herî mezin di sindoqan de bidin.”
‘HIŞMEDIYA SEYÎT RIZA BI DARVE KIR DIDOME’
Welatî Çagdaş Bîngol jî, anî ziman ku divê gelên Tirkiye êdî rastiya kojer a Erdogan bibînin û wiha got: “Hişmendiya Seyît Riza bi darve kir, bi Erdogan re berdewam dike. Tirkiye bi darvekirina naçe serî. Em ê li dijî zilmê serî netewînin û emê heya dawiyê li ber xwe bidin.”
‘DEMÎRTAŞ DÊ BI SERBILINDÎ DERKEVE, ERDOGAN JÎ DÊ NEKARE BIGERE’
Ekber Dogan jî, da zanîn ku ew ê daxwaza Erdogan a bi darvekirinê di 24’ê Hezîranê de di gewriya wî de bihêlin û wiha bilêv kir: “Demîrtaş dê ji girtîgehê bi serbilindî derbikeve. Gelo Erdogan wê demê dê çwan dinava gel de bigere? Li Dersimê Seyît Riza û hevalên wî bi darve kirin. Bi hezaran mirov qetil û koçber kirin. Dîsan tiştek bi dest nexistin. Neviyên Seyît Riza tu darî li heberî hişmendiya bi darvekirinê serî netewandin û dê îro jî netewînin.”
‘DI 24’Ê HEZÎRANÊ DE EMÊ BERSIVA DARVE KIRIN Ê BIDIN’
Ozgur Tuumez jî, dest nîşan kir ku bi mîlyonan mirov li pişt Demîrtaş hene û wiha axivî: “Daxuyaniyên Erdogan ji bo bi destxistina dengane. Li Tirkiyeyê kesên berjewendiya gelan difikirin hatin bidarvekirin, girtin û qetil kirin. Di 24’ê Hezîranê de em ê bersiva darvekirinê bidin Erdogan.”
‘BIBORÎNE BI DARVEKIRIN NE HÊSANE
Zeynel Abay jî, bertek nîşanî gotinên Erdogan ên bi darvekirina Demîrtaş da û wiha got: “Gelo Demîrtaş çi kiriye ku bê darvekirin? Ma bi darvekirin wisan rehete? Biborîne Erdogan, bi darvekirin wisan ne hêsane… Ji xwe Demîrtaş kiriye girtîgehê nahêle bi axive. Ew bi xwe jî li qadan fermana bi darvekirinê dide. Bi dehan ciwan qetil kirin, hîna jî behsa darve kirinê dike.”