NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê e-rojname Kenan Kirkaya, têkildarî planên AKP'ê, niqaşên der barê operasyona li dijî Qendîlê û polîtîkayên li dijî Mexmûrê nivîsand. Kirkaya, destnîşan kir ku li irkiye her tişt pêkan e û encama hilbijartinê dê surprîz be. Kirkaya da zanîn ku AKP li gorî van rastiyan planên nû amade kirine.
Nivîskarê Rojnameya e-rojname ku li ser înternetê weşanê dike Kenan Kirkaya, der barê hilbijartin, polîtîkayên AKP'ê yên li dijî kurdan nivîsand. Kirkaya, di nivîsa xwe ya îro de diyar kir ku ji hilbijartinan re 11 roj man û wiha got: "Li welatekî wekî Tirkiyeyê, hemû tişt pêkan e. Encam jî dê surprîz bin. AKP ev rastî dîtiye, ji niha ve planên nû xistine dewrê. Bêguman şer plana sereke ye."
Kirkaya, da zanîn ku dema ku kampanyaya hilbijartinê dest pê kir rêyedarên AKP’ê aşkera kirin ku planê wan ên B, C, D û hwd hene û wiha got: "Ev plan surprîz nîn in. Yên ku 16 sal in polîtîkayên AKP’ê dişopînin, kêm zêde derbarê van planan de jî xwedî nerînekê ne. Ev derdor dizanin ku AKP di her şert û mercên tengav de serî li şer dide, bi şer, pêvçûn û aloziya civakî dixwaze temenê xwe dirêj bike. Heman plan niha cardin di dewrê de ne. Di vî warî de planên ku AKP behs dike, kevneşopiya desthilatdariyê ne. AKP planên xwe aşkera kir. Di çerçoveya kampanyaya hilbijartinan de plana A ya AKP’ê alozî ye, B kaos e, C şer e, D neçarhiştina dengdaran e. AKP ji vana re dibêje konsepta entegreyê. Her gav, gavek din xwedî dike, xurt dike. Di vê çerçoveyê de ewil OHAL hate îlankirin, bi binçavkirin, girtin, pêkûtiya li ser civakê AKP xwest ku encamekê werbigire."
Kirkaya, bal kişand ser polîtîkayên AKP'e yên şer û wiha lê zêde kir: "Li cihê ku OHAL têrî nekir, li hemberê Efrinê şer li dar xist. Dîtin ku şerê Efrinê bi têra xwe encamê nade, dengê wan zêde nabin. Niha jî di erîfeya hilbijartinê de, operasyona Qendîl û Mexmûrê kirin rojeva xwe. Lewma mirov dikare bêje ku operasyona ku dixwazin pêk bînin operasyona Qendilê nîn e. Operasyona hilbijartinê ye. Dixwazin bi vê operasyonê nijadperestiyê bilind bikin û bi vê jî di hilbijartinê de encamê bigirin."
Kirkaya, operasyonên berê li dijî Qendîlê pêk hatin jî bibîr xist û wiha berdewam kir: "Nexwe bi dehan car derketiye holê ku operasyonên Qendilê bê encam in, bê wate ne. Bi feraseta ku pirsgirêka kurd krîmînalize dike heya niha bi dehan, bi sedan car li hemberî Qendîlê operasyon li dar xistine. Her operasyonek ji bilî ku bilançoya mirin û kuştinê zêdetir bike bi kêrî tiştekê nayê. Ji xwe tişta hatiye hesapkirin jî ev e anku girankirina bîlançoya şer e. Dibêjin bîlanço çi qas giran bibe em ê ew qasî dengê xwe zêde bikin!"
Kirkaya, bal kişand ser polîtîkaya AKP'ê ya li dijî mexmûrê û wiha pêde çû: "Mijara Mexmûrê jî rastiya pirsgirêka kurd e. AKP li her derê propagandaya multeciyên şerê Suriyeyê dike. Dibêje em 3 milyon mexdurên şer xwedî dikin, li wan xwedî derdikevin. Niştecîhên Mexmûrê jî mexdurên şer in. Ji ber pêkutiyên Tirkiyeyê welatê xwe, axa xwe terikandin. Çûn li Mexmûrê bi derfetên xwe jiyaneke nû ava kirin. Lê belê ew kurd in. Gelek caran rastî êrîşên DAIŞ’ê hatin. Niha jî di hedefa AKP’ê de ne. Karê ku DAIŞ’ê nîvco hiştiye AKP dixwaze bi encam bike. Li aliyekî 3 milyon multeciyên Suriyeyî, li aliyê din 15 hezar multeciyên kurd! AKP dibêje ew der jî Qendîla 2’yemîn e. Ji Efrinê, Şengalê re jî wisa gotin. Anku AKP li ku derê kurdan dibîne dişibîne Qendîlê."
Kirkaya, herî dawî bal kişand ser rola gelê Tirkiye ya ku bandorê li ser pilanên AKP'ê bike û wiha bi dawî kir: "Dawiya dawî, Mexmûr jî Qendil jî wekî parçeyek kampanyaya hilbijartinê ya AKP’ê ket rojeva Tirkiyeyê. Raya giştî vê rastiyê dizane. Di hilbijartinê de dê li gorî vê rastiyê dengdar denge xwe bidin. Lê tercîha herî mezin ew e ku dengdar rê nedin ku li ser jiyana zarokê wan kampanyaya partiyekê bê lidarxistin. Ku AKP ji vê yekê encamê bigire dê her tim hesabê xwe li ser jiyana zarokê vî gelî li dar bixe. Ku encamê negire dê neçar bimîne ku dev ji vê rêbazê berde. Ev jî girêdayî welatiyên Tirkiyeyê ye."