STENBOL - Derket holê ku Dadweriya Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê der barê Îmraliyê de biryarek nû daye. Ji bo girtiyên di Girtîgeha Îmraliyê de biryara qedexekirina ‘Pêwendiya bi nivîskî, mafê telefonê, hevdîtina seredan û parêzeran’ hatiye dayîn. Parêzeran îtirazî vê yekê kirin, lê serlêdana wan hat redkirin.
Hat hînbûn ku li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, Dadweriya Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ku di Girtîgeha Îmraliyê de ne biryareke nû daye. Dadweriyê ji 2’yê Adara 2018’an de biryara qedexekirina qebûlkirina serdêran, pêwendiya bi nivîskî û hevdîtina bi telefonê û parêzeran û sînordarkirina belgeyên parêzeran ên di vî warî de daye.
Di daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê de ji bo 11 cezayên hucreyê yên di navbera sala 2005-2009’an de li Ocalan hatine birîn û biryara desteya dîsîplînê ya der barê 156 rûpel nameyên wî de, wekî hinceta hewldana darbeye ya 15’ê Tîrmehê û operasyona Efrînê ahtiye nîşandan.
DADWERIYA ÎNFAZÊ DAXWAZ QEBÛL KIR
Dadweriya Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê ku di 2’yê Adarê de daxwaza serdozgeriyê qebûl kir, di biryara xwe ev tişt gotin: “Ji ber ku li welatê me Rewşa Awarte û operasyonên li dijî rêxistinên terorî didomin, dibe ku hikumxwarin di weziyeta pêşengê rêxistina terorî yê PKK’ê de ne, ferman û talîmatan bidin rêxistinên terorî. Li gorî usul û qanûna biryara qebûlkirina daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hatiye dayîn.”
PARÊZERÊN OCALAN ÎTIRAZ KIRIN
Li ser vê biryara Dadweriya Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê, parêzerên Ocalan li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Bûrsayê îtiraz kirin. Parêzeran di îtirazê de destnîşan kir ku ev biryar bi her awayî li dijî hiqûqê ye û xwestin ev derhiqûqî ji holê bê rakirin.
Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Bûrsayê îtiraza parêzeran red kir. Dadgehê biryara Dadweriya Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê bi vî awayî sererast kir: “Heta 6 mehan qedexekirina qebûlkirina serdêran, heta 3 mehan sînordarkirina pêwendiya bi nivîskî û hevdîtina bi telefonê re, heta 6 mehan qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re û heta 3 mehan sînordarkirina belgeyên dê parêzer bidin.” Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Bûrsayê bi vî awayî biryara Dadweriya Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê erê kir.
MA / Yasin Kobulan