STENBOL - Romenên mehkûmî jiyana nêzî tesîsatên parzînên çopê yên aîdê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hatin kirin, diyar kirin ku AKP’ê sozên berî 11 salan dayîn bi cih ne anîn û gotin: “Em bi nexweşiyên şewbê û bi bê aviyê re rû bi rû ne. Me Serokkomar jêbiriye. Em gunehê xwe jî nadin AKP’ê.”
Romenên li Taxa Yenîkoy a navçeya Sîlîvrî ya Stenbolê dijîn, li nêzî tesîsatên parzînên çopê yên aîdê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) têkoşîna jiyanê didin. Nêzî 150’î malbatên Roman ên li taxê dijîn, dibin şert û mercên zor û zehmet de dijîn. Malbata li aliyekê di dijî nexweşiyên şewbê, li aliyê din jî li dijî bêhna çopê ya giran têdikoşin. Romanên ku mehkûmê konteynirên xirbe, derî û pencereyên şikestî hatin kirin, li bendêne ku hikûmeta AKP’ê sozên xwe yên 11 salan pêk bîne.
LI DIJÎ AKP’Ê BI BERTEKIN
Romen, dixwazin di şert û mercên wekhev de bijîn. Romenan, diyar kirin ku berî hemû hilbijartinan AKP’ê sozên mezin didin wan û gotin: “Lê AKP’ê yek soza xwe bi cih ne anî. Ji ber vê em li dijî AKP’ê bi bertekin. Gava em biçin ser sindoqên hilbijartina 24’ê Hezîranê emê jiyana xwe bînin ser çavên xwe û wisan dengên xwe bidin. Bi salan me piştgirî da AKP’ê, lê em ê êdî tu carî dengê xwe nedinê.”
‘SOZÊN ERDOGAN LI KUNE?’
Yek ji niştecihên taxê Yuksel Demîrbozan ê 48 salî, derbarê tunebû av û ceyranê de gazincên xwe anî ziman û wiha axivî: “AKP’ê ji me re got dê xaniya ji me çêbikin. Lê tu alîkarî neda me. Li vê derê spiyan da me. Ka Serokkomar li ku derê ye? Ka Tayyîp Edogan? Bila werin li halê me mêze bikin. Zarokên me naçin dibistanan. Serwîs tuneye. Em ji bîrê av û çopê avê vedixwin. Rewşa me pir bi êşe. AKP’ê wisan li me kir. Ez ji vê derê bang li Serokkomar dikin. Ka sozên te dayî me? Bila were em biaxivin. Wisan di televîzyonan de avêtin û girtin nabe.”
‘EZ GUNEHÊ XWE JÎ NADIM AKP’Ê’
Demîrbozan, anî ziman ku desthilatdariya AKP’ê her sal tenê di dema hilbirjartinan de sozên xanê avakirinê ji bo wan dide û wiha got: “Êdî min Serokkomar jêbiriye. Wî ji min re çi got, min bawerî bi soza wî anî û ji cemaeta vê derê got. Ez bû derewkerê wî. Di heman demê me wisan xweş deng avêtin. Me ev cemaet kom kir û em çûn hemû derê me behsa sozên Erdogan kir. Her sal me dengê xwe dayê. Êdî ez dengê xwe nadim AKP’ê. Ev cemaet jî êdî dengê xwe nadin AKP’ê. Me ew ji mejiyê xwe jêbiriye. Bihêlin em xêra xwe bidinê, emê gunehê xwe jî nedin wan.”
‘EZÊ DENGÊ XWE BIDIM DEMÎRTAŞ’
Hevjînê Demîrbozan ê dinava cihan de Salîha Demîrbaozan jî, diyar kir ku ji bê aviyê nexweş ketiye û wiha bilêv kir: “Em hewl didin dinava van şer û mercên zor û zehmet de bijîn. Canê zarokên me dinava birînan de mane. Her sal bi gotina ‘emê we ji qirêjiyê xelas bikin’ me dixapînin. Ji ber camêriya wî, ezê dengê xwe bidim Demîrtaş.”
‘DIVÊ HÎN ZÊDETIR KAXIZAN KOM BIKIM’
Yaşar Gureşçî yê 39 salî jî, anî ziman ku ji zaroktiya xwe ve dinava çopê de kaxizan kom dike û wiha axivî: “Ezê kurê xwe sinet bikim, lê pereyê min tuneye. Divê hîn zêdetir ez kaxizan kom bikim. Jiyana me pir zore.”
ELEQEYEK ZÊDE JI BO HDP’Ê HEYE
Li taxê gava wesayîta hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nêz dibe, ji nişka ve hemû kes berê xwe didin wesayîta HDP’ê. Ji bo HDP’iyên dixwazin guh bidin pirsgirêkên Romenan ên tên taxê jî, eleqeyek zêde heye. Romenan, diyar kirin ku dê di 24’ê Hezîranê de dengên xwe bidin HDP’ê.”
MA / Melîke Ceyhan - Necla Demîr