MÊRDÎN - Jin û ciwanên Mîdyatê bi hemû leza xwe xebatên hilbijartinê didomîn in. Jin û ciwanan, bang li hemû kesan kirin ku biçin ser sindoqan, ji bo wekhevî û mirovahiyê dengê xwe bidin HDP’ê.
Yek ji navçeyên herî mezin ên Mêrdînê Midyate. Li gorî nebza kolanan di hilbijartina 24’ê Hezîranê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tê nîşandan. Li Midyatê jin û ciwan eleqeyek zêde nîşanî HDP’ê didin. Jin û ciwanên eleqê nîşanî HDP’ê didin, derharê hilbijartinê de nêrînên xwe anîn ziman.
‘EM JININ, CIWANIN Û EM DIKARIN BIKIN’
Kerîme Aksu, diyar kir ku ji bo hemû kes bi awayekê azad bijîn ewê here ser sindoqan û wiha axivî: “Divê em xwedî HDP’ê derbikevin. Em jinin, ciwanin û em dikarin bikin.” Mecîde Alkuna ya 22 salî jî, anî ziman ku ji bo xwedî nasname û zimanê xwe derbikeve ewê dengê xwe bide HDP’ê.
‘JI BO AŞTIYEK MAYÎNDE DIBÊJIM HDP’
Naciye Bîrlîk jî, da zanîn ku ji bo aştiya mayînde ewê dengê xwe bide HDP’ê û wiha got: “Divê jin xwedî vîna xwe derbikevin û biçin ser sindoqan.” Hacî Akay ê 21 salî jî, dest nîşan kir ku ciwan dê bi HDP’ê bigihin armancên xwe. Mukrîma Yavuz jî, bal kişand ser êrîşên dawî yên heyî û wiha bilêv kir: “Bila hemû kes destên xwe danin ser wijdanê xwe û wisan biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.”
Ayşe Kahraman jî, di dawiyê de wiha got: “Jin dê xwedî HDP’ê û Demîrtaş derbikevin. Ji bo aştî û wekheviyê, demokrasî û mirovahiyê emê dengê xwe bidin HDP’ê.”