STENBOL - Jina filistinî Samah Raf’at A. Ahmad gihişt pitika xwe ya ku ji ber nekarîbû mesrefên welidînê bide “dîl” hatibû girtin.
Piştî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya bi sernavê, jina filistînî Samah Raf’at A. gihişt pitika xwe. Samah Raf'at A., da zanîn ku bêyî heqê nexweşxaneyê jê were standin duh pitika wê hatiye radestkirin û vegeriyaye mala xwe ya li Fatîh a Stenbolê.
ÇI BÛBÛ?
Samah Raf'at A. Ahmed a filistînî ku li navçeya Fatîhê ya Stenbolê dijî û bi zaroka xwe ya duyemîn ducanî bû, di 11'ê Çileyê de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Nexweşiyên Zayinê û Zarokan a Suleymaniyeyê ya Zeytînburnuyê, zaroka xwe anî dinyayê. Zaroka ku sax ji dayik bû, nedan dayika wê. Rêveberiya nexweşxaneyê fatûreyeke 40 hezar lîre da ber Samah Raf'at A. Ahmadê. Rêveberiya nexweşxaneyê diyar kir ku heta fatûre neyê dayîn wê pitikê nedin wê.