* Jin û ciwanên Mîdyatê bi hemû leza xwe xebatên hilbijartinê didomîn in. Jin û ciwanan, bang li hemû kesê kirin ku biçin ser sindoqan, ji bo wekhevî û mirovahiyê deng bidin HDP’ê.
* Romenên mehkûmî jiyana nêzî tesîsatên parzînên çopê yên aîdê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hatine kirin, diyar kirin ku AKP’ê sozên berî 11 salan dayîn bi cih ne anîn û gotin: “Em bi nexweşiyên şewbê û bi bê aviyê re rû bi rû ne. Me Serokkomar jêbir. Em gunehê xwe jî nadin AKP’ê.”
* Li Stenbolê yek ji navendên ku AKP herî zêde dengan jê digire jî Sûltanbeylî ye. Lê belê div ê hilbijartinê de gelê Sûltanbeyliyê tercîha xwe diguhere. Esnaf, bazarvan, gel, jin, ciwan û extiyarên Sûltanbeyliyê bal dikişînin ser zext û zoriyên li ser HDP’ê û bilêv dikin ku ew ê vê carê dengê xwe bidin HDP’ê.
* Gelê Mûşê ku ji ber şaredariyên AKP'î tim riyên wan xera dikin û çêdikin, zivistanê ji ber heriyê û havînan jî ji ber toz û dumanê bêzar bûne, vê rewşê wekî "rezaletê" pênasekirin.
* Derket holê ku Dadweriya Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê der barê Îmraliyê de biryarek nû daye. Ji bo girtiyên di Girtîgeha Îmraliyê de biryara qedexekirina ‘Pêwendiya bi nivîskî, mafê telefonê, hevdîtina serdêran û parêzeran’ hatiye dayîn. Parêzeran îtirazî vê yekê kir, lê belê serlêdana wan hat redkirin.
* Namzeta HDP'ê ya Enqereyê Îpek Gur, xwişka Berpirsiyarê Rêya Şoreşê Kurdistan Orhan Keskîn ku tevî pêşengên PKK'ê di Girtîgeha Amedê de ket rojiya mirinê bû jiyana xwe ji dest da, got: "Em deyndarê kesên di tevgera şoreşger a Tirkiye û Kurdistanê de mirin. Ji ber vê di HDP'ê de me. Dixwazim deynê xwe yê jiyanê bidim."
* Welatiyên li cih û warê Seyît Riza Dersimê dijî, bertek nîşanî gotinên Erdogan ê bidarvekirina Selahattîn Demîrtaş dan û gotin: “Hişmendiya Seyît Riza bi darve kir, bi Erdogan re berdewam dike. Em ê di 24’ê Hezîranê de bersiva herî mezin bidin bi darvekirinê.”
* Danişîna doza komkujiya 10'ê Cotmeha 2015'an ku 101 qasidên aştiyê û 2 endamên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest dan dan dê li Edliyeya Enqereyê berdewam bike. (10.00)
* Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê, Platforma Heq û Edaletê û Hewldana Welatîyê ji bo sindoqan biparêzin û hilbijêran bişînin ser sindoqan bi dirûşmeya "Bi roj biçin ser sindoqan û bi şev jî têkevin şopa wan" dê li Otela Point a Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bînin. (11.00)
* Platforma Şaxan a KESK'ê ya Enqereyê ji bo balê bikşînin ser mafên xwe û zextên li ser wan pêş dikevin dê li Kolana Sakarya daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
* Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê şahiya ciwanan pêk bîne. (16.00)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de TUSÎAD'ê ziyaret bike. Pişte dê li pêş Zanîngeha Stenbolê karker û karmendên bi KHK'ê hatin îxrackirin ziyaret bike. Piştre jî dê DÎSK'ê ziyaret bike. (11.00/13.00/18.00)
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, dê li Edene û Mêrsînê bi gel re bê cem hev. (15.00-23.00)