NAVENDA NÛÇEYAN - Nobeta Azadiyê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê hatiye destpêkirin, di roja 657’an de didome.
Nobeta Azadiyê ya ku bi pêşengiya “Înîsiyatîfa Azadî ji bo Rêber Apo” di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasbourg ê Fransayê dest pê kir, di hefteya 657’an de bi biryardarî didome.
Çalakî ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û li dijî tunekirina pergala tecrîd û îzolasyonê ya li Îmraliyê tê domandin. Gelê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê, çalakiyê didomînin. Di hefteya nû ya çalakiyê de, du welatparêzên bi navên Kemal Dogan û Muhsîn Çoban ên ku ji bajarê Nancy ê Fransayê hatine, çalakî dewr girtin.
Kemal Dogan têkildarî çalakiyê axivî û destnîşan kir ku armanca wan a esas azadiya Abdullah Ocalan e. Dogan, bal kişand ser girîngiya çalakiyê û wiha got: “Gelê Kurd û dostên wan 31 sal in li ber saziyên Ewropayê bang dikin. Em li bendê ne ku bi taybetî Konseya Ewropayê û CPT wezîfeyên xwe bi cih bînin.”
Dogan, axaftina xwe wiha qedand: “Dewleta Tirk heke aştiyeke jidil bi gelê Kurd re dixwaze, îradeya me Îmralî ye. Êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava divê bên rawestandin.”