NAVENDA NÛÇEYAN- Bi hezaran welatiyên Kerkûkê, li dijî êrîşên Heşdî Şabî berê xwe dan çeperên HPG û YJA-Starê yên parastina bajêr. Pêşmergeyên ku Kerkûk neterikandin jî, li gel HPG YJA Starê ketin çeperan.
Li Kerkûkê, gel û şervanên HPG YJA Starê li dijî êrîşên Heşdî Şabî û artêşa Iraqê ketin çeperan. Gelek pêşmergeyên ku Kerkûk neterikandin, tevî HPG YJA Starê ketin çeperan. Hin pêşmergêyên xwestin bi wesayitên xwe bajêr biterikîn in, gel pêşiya wan girtî û wesayîtên wan şewitandin. Gelê Kerkûkê pêşî li pêşmergeyên xwestin ji bajêr derbikevin girtin û dirûşmeya "Hûn nikarin ji vir derkevin" berz kirin. Gelek pêşmergeyên Kerkûk neterikandin jî, tevî gel û gerîla cihê xwe çeperan de girtin.
Bi hezaran kesên ji taxên cuda yên Kerkûkê hatin, rahiştin çekan û berê xwe dan çeperên gerîla. Fermandariya HPG’ê ya li herêmê banga kesên ku dixwazin Kerkûkê biparêzin bila bên çeperan de cih bigirin kir.