NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatên HDP'ê yên hilbijartinê li tevahiya herêma Serhedê belav dibe û bi coşek mezin didome. Namzetên HDP'ê li herêma serhedê gund bi gund, tax bi tax li malan digerin û xebatên hilbijartinê dimeşînin.
Rexistina HDP'ê li herêma Serhedê xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê bi şev û roj berdewam dike. Di çarçoveya xebatan de namzetên HDP'ê û rêveberên HDP'ê gund bi gund, tax bi tax li malan digerin û qala projeyên xwe û polîtikayên hikûmetê yên li ser gel dimeşîne dikin. Namzet û rêveberên HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li bajarên Wan, Muş, Qers, Agirî, Îdir, Erzirom û Erdexanê xebatên xwe berdewam kirin.
Komîsyona Hilbijartinê ya Jinan a HDP'ê û Tevgera Jinen Azad (TJA), li navenda Wanê bi tevlêbûna namzetên HDP'ê yên Jin bi lêdana erbaneyan belavok belavkirin. Jinên ku belavok belav kirin û li erbaneyê dan bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî" berz kirin.
WAN
HDP'ê li gundê Kevenlî yê Rêya Armûşê jî bi tevlêbûna namzetan li xaniyên TOKÎ geriyan. Komek Rêveberên HDP'ê jî li gel namzetê Tayyip Temel li herêam Siteya Sanayê geriyan. Namzetên HDP'ê li Navçeya Bêgirî, Elbak, Miks û gundên wan geriyan û gel ziyaret kirin.
QERS
Rêxistina HDP'ê ya Qersê jî li gel namzetêm xwe Ayhan Bilgen li navçeya Kaxizmanê, Namzetê HDP'ê yê Qersê Arzu Moco jî li gundên Zsxçe, Nexşan yên Dîgorê ziyaret kirin.
AGIRÎ
Rêxistina HDP'ê ya Agirî jî li gel Parlamenter û namzetên HDP'ê yên Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemir, Berdan Ozturk namzetên HDP'ê Abdullah Koç û Kezban Dumlu li navçeya Giyadînê bi gel re hatin cem hev. Girsê li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Giyadinê bê navber dirûşmeyên “Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin"berz kirin.
Di pêşwazîkirine de Namzet û Parlamentera HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr diyar kir ku Giyadîn cih û warê Egîdan e û wiha axivî: “Giyadîn warê Egîdan e. We tu cari li dijî zilmê serî ne tewand. Gelê Giyadînê dê di 24'ê Hezîranê de jî li dijî zilmê dengê xwe bide. Dê silavên xwe ji Edîrne Selahattin Demirtaş re bişîne. Îro Roja Azadî û Aştiyê ye. Vê zilmê Dayika Aysel Tugluk ji gorê derxist. Di olê îslamê de tiştekî wisa tune ye. Gelê Giyadînê dê di 24'ê Hezîranê de bersîvek xurt bide polîtîkayên vê faşîzmê."
Hevserokê KCD'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk jî polîtîkayên AKP'ê yên li ser gelê Tirkiye û kurdan dimeşîne rexne kir û wiha got: "Gelê Giyadînê bi çavê xwe bûye şahidê polîtîkayên qirêj yên AKP'ê. Dema Erdogan hat îkdîdarê digot 'Em jî mexdûrê vê pergalê ne' Ne tenê gelê kurd, hemû gelê Tirkiye xapand. 16 salin b serê xwe îktîdar e. Lê soza dabû gelê kurd û Tirkiye negirt. Em dê di 24'ê Hezîranê de bersîvê bidin îktidara ku ziman, çand û nasnameya me nas nekir û înkar dike."
ERDEXAN
Namzetên HDP'ê li Erdexanê jî xebatên hilbijartinê bi ziyaretên gundan û navçeyan berdewawm kirin.
ERZIROM
Xebatên HDP'ê yên li Erziromê jî bi şev û roj berdewam dike. Rêveber û namzetên HDP'ê yên Erziromê gelek navçe û gundên wan ziyaret kirin û bi gel re hatin cem hev. Îro jî gundên Horasan û Koprukoyê ziyaret kirin. Gel eleqeyek mezin nîşanî wan dan.
ÎDIR
Namzetên HDP’ê yên Îdirê Kiznaz Turkelî û Habip Eksik, ligel komek mezin a ji endam û rêveberên HDP'ê pêk dihat xebatên hilbijartinê li gund, navçe û nava esnafan berdewam kir.