Atay: Em ê pihînekê li wan bidin û bişînin
Buldan: Wa rêya Recep Beg vebûye û diçe

  • rojane
  • 17:43 12 Hezîran 2018
HATAY – Di mitînga HDP’ê ya li Îskenderûnê de Namzetê HDP’ê Bariş Atay got ku ew ê di 24’ê Hezîranê de pihînekê li zilmê bidin û bişînin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî got: “Wa AKP ket û dikeve. Wa rêya te vebûye Recep Beg û tu diçî. Oxir be ji te re.”  
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan piştî mitînga li Dîlokê berê xwe da navçeya Îskenderûnê ya Hatayê û mitîng li dar xist. Buldan û namzetên HDP’ê yên Hatayê piştî bi konvoyê li navenda navçeyê geriyan, gel re kom bûn û mitîng li dar xistin. Buldan û namzet bi atmosfer û kelecanek wek germa Hatayê ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin. Ewil namzetên HDP’ê yên Hatayê yek bi yek derketin ser otobusa hilbijartinê û gel silav kirin. 
 
‘EM Ê PIHÎNEK LI WAN BIDIN’ 
 
Namzetê HDP’ê yê Hatayê Bariş Atay axivî û wiha got: “Silav ji têkoşîn, sekn û brxwedan we re. 12 roj man ku em dawî li vê zilmê bînin. Ev der bajarekî kedkar û çandiniyê ye. Sendîkavaniyê xelas kirin. Ji bo xwedî derketina li ked û çandiniya xwe heta dawî em ê têbikoşin û li ber xwe bidn. Polîtîkaya çandiniyê xelas kirin. Qadên me yên çandiniyê xelas kirin û gel birçî dihêlin. Di 24’ê Hezîranê de dengek ji HDP’ê û dengek ji Demîrtaş re mohr bikin. Em ê di 24’ê Hezîranê de pihînek li wan bidin û bişînin.”  
 
Piştî Atay, Hevseroka HDP’ê Buldan derket ser otobusê, bi tirkî, kurdî û erebî gel silav kir û gel wê bi çepik û dirûşman pêşwazî kir. 
 
Buldan di mitîngê de wiha axivî: 
 
“Em kesên li Reyhanli jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin û xwedê rehma xwe li wan bike. Em şehîdên Geziyê Alî Îsmaîl Korkmaz, Abdullah Comert û Ahmet Atakan bibîr tînin û carek din sersaxiyê ji malbatê wan re dixwazin. Têkoşîna wan têkoşina me ye. Wê ev têkoşîn hin bêtir mezin bibe. Em ê hesab ji AKP’ê ya ku bû sedema mirina wan bixwazin. Wê xwîna wan li erdê nemîne. Em ê ala têkoşîna wan ba bikin. Ji bo biratiya gelan jiyana xwe jidest dan. Em bi feresatek ku vî welatî bi komkujiyan birêve dibe re têdikoşin. Dîroka vî welatî bi komkuıjiyan tije ye. Her dever û bajar cihê komkujiyan e. Em ê tu hêza komkujiyan nas nekin. Em ê ji niha şûn ve ne AKP û ne jî Erdogan nas bikin. 
 
EM Ê HESABÊ KOMKUJIYAN BIXWAZIN 
 
AKP kujeran dernaxe holê û ji wan hesab naxwaze. Lê em ê wek HDP hesabê komkujiyan ji wan bixwazin. HDP wek civaka mozaîk a li Hatayê ye. HDP wek baxçeyê gul û kulîlkan her reng û bêhn heye. Li Hatayê gel dixwaze bi biratî û aştî bijî. Hikumeta AKP’ê bi polîtîkaya Sûriyeyê re êş bi Hatayê da kişandin. Bandorek şer li ser Hatayê da çêkirin û Hatay hêj di bin bandora vî şerî de ye. Me got meseleya Sûriyeyê meseleya wan e. Lê li me guhdar nekirin. Her bombeyek avêtin hat li ser sofreya gelê Hatayê ket. Ji bo desthilatdariya xwe ketin nav gerîneka şer. Niha jî ferq dikin ku wê biçin û winda bikin, biryara şer digirin. Piştî Efrîn û Kerkûkê jî niha dixwazin biçin ser Qendîl û Mexmûrê. Wê gelên Tirkiyeyê destûr nede hûn biçin Qendîl û Mexmûrê. Tu feyda şer ji welatê me re nîne. Şer mirovan dikuje û rondikan dide rijandin. Şer xwînê diherîkine. Pêdiviya welat bi aştî, azadî, demokrasî û aramiyê heye. 
 
RÊYA TE VEBÛYE RECEP BEG TU DIÇÎ
 
Li her deverê dirokê û deveran tev li hev dike. Serê wî tev lî hev bûye. Her şev di xewna xwe de Demîrtaş û Girtîgeha Edîrneyê dibîne û tê aqilê wî. Ew Demîrtaşê tu wî wek sûcdar nîşan didî, teminata aştî û demorkasiyê û azadiyê ye. Xwezî we wî azad berdaba, ka we yê wî li qadan bidîta çi bersivan dida we. Şopînerê Demîrtaş ji girseyên we yên li qadan zêdetir in. Şopînerê Demîrtaş ji Serokwezîrê te Bînalî Yildirim jî pirtir in.  
 
Wa rêya vebûye Recep Beg tu diçî. Oxira te ya xêrê be. Pêşiya te vekirîbe. 
 
‘WA AKP KET Û DIKEVE’ 
 
We wekîl, hevşaredar, siyasetmedarên me û bi hezaran endam û rêveberên me girtin. Em ê hem di vê hilbijartinê û hem jî di hilbijartina herêmî de bersiva xweş bidin Recep Tayîp Erdogan. Em ê tu demê komkujiyan, girtinan û birîndaran ji bîr nekin. Em ê bajarên hilweşandî Cizîr, Nisêbîn û Sûr ê ji bîr nekin û bersivan wan bidin we. Gelên Tirkiyeyê biryara xwe daye. Her kes dibêje ‘Wa AKP ket û dikeve.’ 
 
EM KESÎ TEHDÎT NAKIN
 
Em wek wan kesî tehdît nakin. Em mîna qeyûm, walî û qeymeqamê we naçin însanên xwe bi mirinê tehdît nakin. Em partiya gelan in û bi şev û roj bi xwêdana eniya xwe dixebitin. 
 
WÊ BIBIN DENG Û RENGÊ WE
 
Jinên hêja daxwaziya min ji we heye, divê hûn xwedî li deng û sindoqên xwe derkevin. Baweriya me bi gelê Hatayê heye. Hûn namzetê xwe hembêz bikin û bişînin Meclîsê û bila ew jî li Meclîsê bibin deng û rengê we.”
 
Piştî axaftinê Buldan qurnefil li gel belav kir. 
 
Bernamey Buldan dê li navçeya Dortyol û Erzînê dewam bike. 
 

Sernavên din

14/06/2018
08:33 Dîmena duyemîn a Erdogan: Divê em serdestiya sindoqan bi dest bixin
13/06/2018
23:10 HDP'ê bertek nîşanî gotinên Erdogan da: Ev yek bi awayekî aşkere teşwîqkirina ji bo sûc e
19:04 Erdogan: Ez nikarim vê li derve biaxivim divê HDP di bin bendê de bimîne
16:26 Ji bo Demîrtaş tev li mîtînga Sêrtê bibe serlêdan kirin
15:14 Temellî çû serdana TUSÎAD’ê: Bê edaletî di muçeyan de heye
15:05 Buldan: Hişmendiya Erdogan û ya Rejîma Îranê yek e
14:45 Partiyên Kurdan dê piştgiriyê bidin Demîrtaş
14:24 Ji RCS’iyan bang: Bi roj herin ser sindoqan, bi şev jî li dû sindoqan bin
14:09 Amnesty 33 hezar îmze ji bo Ramîn ji Îranê re şand
14:08 Bi hezaran Efrînî li dijî dagirkeriyê meşiyan
13:53 Namzetên HDP’ê taahhutnameya girtiyên nexweş û windayan îmze kirin
13:30 Ji dengê Demîrtaş stranek nû: Ne tirse, biqîre
13:07 Ji bo alên AKP’ê ewlekariyê bersiva da: Em nikarin tiştekê bikin!
12:35 Li Lîcê operasyon û pevçûn
12:32 Malbat: Ma edalet ev e?
12:27 Polîsan vê carê li Dersimê kalê 92 salî Sezer bi maşîna zirxî kuştin
12:06 Rêveberên HDP û Partiya Şoreşger hatin binçavkirin
11:57 Keriyek pez li dû miha xwe ji zinar avêt çûn û mirar bûn
11:50 SAMER: HDP hem ji AKP’ê û hem jî ji CHP’ê dengan distîne
11:47 Koçerên Bakurê Sûriyeyê: Bedevî
10:56 Siyasetmedar, pêşmerge û hunermendan berê xwe dan Qendîlê
10:38 Profesorê aboriyê Ugur: Sermayedar êdî baweriya xwe bi AKP’ê nînin
10:37 Botan û Ege ji bo hilbijartinan amade ne
09:53 Gelê Dersimê: Hişmendiya Seyît Riza bi darve kir bi Erdogan re didome
09:39 Qendîl, Mexmûr û sindoq
09:16 Demîrtaş, dê di mîtînga HDP'ê ya Stenbolê de xîtabî gel bike
09:07 ‘Dixwazim deynê xwe yê ji bo jiyanê bidim'
09:07 Li Îmraliyê Rewşa Awarte daîmî ye!
09:06 Li kêleka AKP’ê ala HDP’ê li ba dibe
09:06 Gelê Mûşê havînan ji ber tozê û zivistanan jî ji ber heriyê nizan in dê çi bikin
09:05 Romenên Stenbolê: Em gunehê xwe jî nadin AKP’ê
09:05 Ji jin û ciwanan peyama hilbijartinê: Ji bo wekheviyê deng dibin HDP’ê
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2018'AN
12/06/2018
19:26 Dema nûçegihanê me nûçe dişopand, êrîşî wî kirin
18:41 Coşa hilbijartinê ya HDP'ê li herêma Serhadê belav dibe
17:43 Atay: Em ê pihînekê li wan bidin û bişînin
Buldan: Wa rêya Recep Beg vebûye û diçe
17:28 Ji doza cînayetê Dink 2 kes hatin berdan
17:14 Kişanak bang li jinan kir: Em dîrokê binivîsin
16:33 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat redkirin
16:32 Bavê kurê xwe kuşt rastî 71 sal û 9 meh ceza hat
16:14 Bi kenê xwe giraniya barê xwe jî bîr dikin
15:53 Li Osmaniyeyê êrîşî wesayîta HDP’ê kirin
15:46 Ersoy, Demîrtaş ziyaret kir: Hevdîtin wek mitîngê derbas bû
15:30 Doza qetlîama Enqereyê: Serokê Dadgehê eywan terikand!
15:29 Cezayek nû dan Encu
15:23 Ji ber ku bertek nîşanî AKP’yan dan hat derb kirin û binçav kirin
15:08 Balafirgeha Geverê ji bo balafirên leşkerî tê vekirin!
14:22 Li Sokê welatiyê 74 salî yê mînîbusa leşkerî perçîqan jiyana xwe ji dest da
14:15 Buldan: Bidarvekirina Demîrtaş ne hedê we ye
14:15 Xwendekarên Lîseyê ji dozger re vegotin: Polîsan tevahiya şevê îşkence li me kirin
13:48 ‘Ji bo ku em pêşiya karkertiya zarokan bigirin, em têbikoşin’
12:56 Li Mêrdînê 7 HDP’î hatin binçavkirin
12:49 Demîrtaş, vê carê li ser Whatsapp’ê bang kir
12:43 Ayla Akat: Heta Ocalan azad nebe çareseriya demokratîk ne pêkan e
12:23 Xwendekarên lîsê yên rastî îşkenceya polîsan hatin, li Edliya Stenbolê ne
12:03 Dikandarê silava Altunay ê AKP’î negirt: Ev 10 salin hûn li ku derê bûn?
11:44 Ji bo zarok heman zehmetiyan nekişînin komele ava kir
11:32 AKP’î mizgef veguherandine ‘buroyên hilbijartinê’
11:13 Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 763’yemîn serlêdan kirin
10:56 ‘Erka cemaetan ewe ku banga edaletê bikin’
10:49 Bi roj xebata hilbijartinê û êvarê perwerdehiya sindoqan didin
10:34 Dayîka 5 zarokan 2 salin nizane ji ber çi girtiye û tê darizandin
10:15 Ji HDP’ê rapora astengî û êrîşan: 57 êrîş û 208 binçavkirin
09:57 Parêzeran li dijî hîleyên hilbijartinê peywîrdar û hilbijêran hişyar kir
09:25 Komîsyona Hilbijêrên bi Tevger: Serî li me bidin
09:25 Tîryakî: Em ê hemû derfetên xwe ji bo sindoqên veguhestin seferber bikin
09:24 ÎSKÎ, zeviyên welatiyan bêyî wan firot
09:24 Desteyên hilbijartinê yên navçeyan YSK nas nekirin: Dê li 3 navçeyan 16 sindoqên din bên veguhastin
09:23 Namzetê Stenbolê Daş: Ez ê ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bixebitim
09:23 Karker li şantiyeyê belavokên HDP'ê belav dikin
09:22 Karkerê îneşatê dê heta hilbijartinê ji bo HDP'ê bixebite
09:21 Li Erdexanê armanca HDP'ê ew e ku ji 7'ê Hezîranê serkeftîtir be
09:20 Peyama Demîrtaş û Zeydan a ji bo gelê Geverê
09:19 Mîroglû: Ji bo careke din Hatay bibe bajarê aştî û aramiyê ew ê bitêkoşin
09:18 Elewiyên dengê xwe didin CHP'ê: Di 24'ê Hezîranê de em ê dengê xwe bidin HDP'ê
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2018'AN
11/06/2018
22:50 Wesayîta anonsê ya Demîrtaş binçav kirin
21:11 Li Çewligê dê ciwan sindoqan biparêzin
21:00 13 kesên li Şirnexê hatin binçavkirin hatin berdan
20:54 Li Bestayê leşkerek bi giranî birîndar bû
19:44 Dayika Aştiye Işik hat berdan
19:39 Li Meletiyê 4 kes hatin binçavkirin
18:48 Înce: Zarokên me dê 3 zimanan fêr bibin
17:49 Ilham Ehemd: Em ji danûstendina bi rejîmê re amade ne
17:21 Demîrtaş berdîv da 'Îdamê': Ez gavekê jî paşve navêjim
16:57 Buroya HDP'ê ya Marmarisê rastî êrîşa bi kevir hat
16:41 Nûçegîhanê me Guneş hat girtin
16:32 HDP'ê li Erdexanê buroya hilbijartinê vekir
16:22 Nûçegihanê MA’yê Guneş hat binçavkirin
15:41 Buldan: Em dê di 24'ê Hezîranê de dawî li tecrîdê bînin
15:14 Di 92'an de xaniyê wî şewitand û niha jî bi TOMA kuştin
14:49 HDP'ê der barê medya ku wan dike hedef daxuyanî dan
14:46 Meclîsa ÎSÎG’ê: Di 5 salan de 319 zarokên karker jiyana xwe ji dest dan
13:59 Di meha gulanê de televîzyonan cih neda HDP’ê
13:49 Lîstika ‘Hamzaoglu’ dê sibê bê pêşandan
13:40 Polîsan mudaxeleyî ciwanan kir û 14 ciwan binçav kirin
13:38 Rêveberên KCD û DBP’ê Colemêrgê ziyaret dikin
13:23 Buldan sibê li Hatayê ye
13:23 Demîrtaş got 'Derewên Erdogan' û yek bi yek eşkere kir
12:52 Rojnameger Evran: Hemû artêşê bişînin jî nikarin Qendîlê bixin bin kontrolê