STENBOL - Danişîna doza kuştina Gerînendeyê Rojnameya Agosê Hrant Dink hat dîtin. Di danişînê de Yakup Kurtaran û Ozkan Mumc yên girtî ji kuştina Dink dihatin darizandin hatin berdan.
Danişîna doza kuştina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink ji nûve li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de bersûcên girtî midûrê polîsan Ramazan Akyurek û Alî Fuat Yilmazer, Midûrê Nûçeyan ê FOX TV Ercan Gun, Fermandarê Cendirmeyan ê Trabzonê yê wê demê Ali Oz, Amûrê Navenda Analîz û Nirxandina Îstixbataran ê Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan (İDAM) Hamza Celepoglu, Peywirdarê Îstîxbaratê yê Cendirmeyan a Trabzonê Metin Yıldız û Endamê îstîxbatarê yê Stenbolê Muharrem Demirkale û Yavuz Karakaya ku girtî dihatin darizandin tev li danişînê bûn. Piştî îfade dan û parastin kirin, Heyeta Dadgehê der barê Miedûrê Şaxa Ewlehiyê ya Samsûnê Yakup Kurtaran 'biryara berdanê da. Disa der barê midûrê polîsan ê Trabzonê Ozkan Mumcu de jî biryara berdanê da.
Niha 8 bersûc girtî tên darizandin.