STENBOL - Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê, li Nezîr Turkoglu yê kurê xwe yê 10 salî Yîgîtcan Turkoglu kuşt, bi giştî cezayê muebetta giran û 35 sal û 9 meh ceza birî.
Di 5'ê mijdara 2017'an de li navçeya Fatîhê ya Stenbolê Nezîr Turkoglu kurê xwe yê 10 salî Yigitcan Turkoglu kuşt. Piştî bûyere der barê Nezir Turkoglu de bi sucdariya "Bi zanebûn xizmê xwe kuştiye doz hat vekirin. 3'emîn danişîna doza Nezîr Turkdogan li 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Di danişîna dozê de bersûc Nezir Türkoglu yê girtî tê darizandin û parêzerên wî parêzerê malbata Yigitcan Turkoglu amade bûn.
DOZGER JI 5 SÛCÊN CUDA CEZA XWEST
Dozger, di danişînê de mutalaa xwend û ji 5 sucdariyên cuda ceza ji Nezir Turkoglu xwest. Dadgehê jî piştî îfade, parastin û daxwaza dozger biryar da. Heyetê bi sedema zarokê 10 salî Yigitcan Turkoglu kuştiye li bav Nezîr Turkoglu cezayê giran birî. Dadgehê dîsa ji 4 sucdariyên cuda li Nezir Turkoglu 35 sal û 9 meh ceza birî. Bi giştî der barê Nezir Turkoglu de 71 sal û 9 meh ceza birî.