AMED - Îro 12’ê Hezîranê Roja Têkoşîn û Zarokên Karker e. Li gorî daneyên sendîka û saziyên têkildarî mijarê dixebitin, li Tirkiyeyê ji 2 milyon zêdetir zarokên karker hene. Li semta Ofîsê ya Amedê jî zarokên karker ku li kolanan kartonan kom dikin û dixebitin, vê daneyê radixe ber çavan.
Di roja Têkoşîn û Zarokên Karker de zarok karê giran dikin. Li Kolana Ekîncîler a Ofîsê zarokek kartonan berhev dike û ereba xwe ya kartonan bi dev re tijekiriye û birayê xwe jî li ser erebeyê dirêj kiriye. Her du birayê biçûk bi rûkenî li me dinêrin û bi riya xwe ve diçin. Her çiqas barê wan giran be jî lê bi kenê xwe giraniya bar jî bîr dikin û nayê bîra wan ku barê wan ji temenê wan dirêjtir e. Girîngiya rojê bi her awayî xwe di wêne de dide der.