OSMANIYE – Li Osmaniyeyê komek aligirên AKP û MHP’ê êrîşî wesayîta hilbijartinê ya HDP’ê kir.
Rêxistina HDP’ê ya Osmaniyeyê xwest li navçeya Kadîrlî ya Osmaniyeyê belavokan belav bikin. HDP’yan bi wesayîta hilbijartinê li navçeyê dest bi gerê kir û komek ji endamên AKP û MHP’ê pêk dihatin bi keviran êrîşî wesayîtê kirin. Polîs hatin cihê bûyerê û wesayît û 6 HDP’yan birin qereqolê. Îfadeyên HDP’yan li qereqolê hatin girtin. Namzetê HDP’ê yê Osmaniyeyê Musluman Çagan û Endamê MeclîsaDBP’ê Tahîr Özdemîr jî çûn qereqolê, lê polîsan ew berneda hundir. Çagan got “Polîs bi ser me ve hatin û qey tu yê bêjî yên sûcdar em in. Me bernedan Qereqolê.”