STENBOL – Namzeta HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy li girtîgehê namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ziyaret kir û peyama Demîrtaş dê roja pênceşemê saet di 18.00’an de li Parka Maçka ya Demokrasiyê parve bike.
Namzeta HDP’ê ya Stenbolê parêzer Oya Ersoy çû Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê û namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ziyaret kir. Ersoy li ser hesabê xwe yê twîtterê peyamek parve kir û got: “Silavên birêz Demîrtaş ji bo hemûyan hene. Got ku ew kelecana li derve di hucreya xwe de hîs dike. Me hevdîtinek wek mitîngê pêk anî. Peyama ku Demîrtaş şand em êvara pêncşemê li parkan, kolanan û malên xwe bixwînin û parve bikin. Em ê di 14’ê hezîranê de roja pêncşemê saet di 18.00’an de li Parka Maçka ya Demokrasiyê peyama Demîrtaş bi raya giştî re parve bikin.”