AGIRÎ – Reşat Firat ê li gundê Ayranci yê girêdayî Bazîdê dijî diyar kir ku du zarokên bertek nîşanî AKP’yan dane hatine binçavkirin.
Reşat Firat ê li gundê Ayranci yê girêdayî navçeya Bazîdê ya Agiriyê dijî estnîşan kir ku 3 roj berê AKP’î çûne gundê wan û propanda hilbijartinê kirin e û di dema ziyaretê de keyayê gundê wan Yusuf Bozkurt heqaret û çêra bi yên dengê xwe nadin AKP’ê kiriye. Firat da zanîn ku li ser vê yekê zarokên wî Sebîh û Omer Firat bertek nîşanî keya dane û keya û xizmên xwe zarokên wî bi giranî derb kirin e.
'BI KEVIR Û DARAN LI ZAROKÊN MIN DAN’
Bavê zarokan Firat ev tişt got: “Zarokên min li dijî heqaret û çêrên keya derketin. Keya, birayê xwe û xzimên xwe êrîşî Sebîh û Omer kirin. Bi hovîtî her du kurên min jî derb kirin. Dev û pozê wan tijî xwîn kirin. Diran û serê zarokên min bi kevir û daran şikandin.”
CENDERMEYAN HER DU CIWANÊN BIRAYÊ HEV BINÇAV KIR
Firat anî ziman ku piştî bûyerê cenderme çûn e gund û her du kurê wî jî binçav kirin e û wiha got: “Her du zarokên min jî 3 roj in li Fermandariya Cendirmeyan di bin çavan de ne. Ji ber em HDP’î ne vê yekê anîn serê me. Bi boneya em dengê xwe nadin AKP’ê êrîşî me kirin. Ew çi jî ji me bikin em dîsa jî dengê xwe nadin AKP’ê û em ê piştevaniya HDP’ê bikin. Çi dibe bila bibe, ji bilî HDP’ê em dengê xwe nadin tu partiyên din.”