COLEMÊRG - Balafirgeha Selahaddîn Eyubî ya Geverê, piştî hikûmetê berî hilbijartinê “Operasyona Qendîlê” kir rojevê, li balafirên şer re tê vekirin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, Balafirgeha Selahaddîn Eyubî ku di 27’ê Mijdar a 2017’an de hat vekirin, li balafirên leşkerî tê vekirin. Piştî AKP’ê berî hilbijartinê “Operasyona Qendîlê” kir rojevê, amadekariyên balafirgehê li balafirên şer bê vekirin hatin kirin û cihê balafirin F-16 li balafirgehê tên çêkirin. Hat diyar kirin xebata çêkirina cihê balafirinên F-16 ber bi dawî ve diç. Li gorî îdîayan, hat gotin ku balafirên ji Balafirgeha Leşkerî ya Amedê ji bo operasyona derveyî sînor radibin, dê ji vir û şûn de ji vir rabin.
BALAFIR DÊ JI BO OPERASYONÊN DER SÎNOR RABIN
Hat, dest nîşan kir ku balafirên ji Amedê radibin, di 10 deqeyan de xwe digihînin qadên pevçûnê, lê ger ev balafir ji Balafirgeha Geverê rabin dê di deqeyekê de bigihîn qadên şer û li hedefan bixin. Di heman demê de nehat zanîn ku gelo balafirgeh dê li sivîlan bê girtin an na.