STENBOL - Xwendekarên Lîseyê yên li Kadikoyê hatin binçavkirin û tevahiya şevê rastî îşkenceya polîsan hatin, li Edliya Çaglayanê tiştên jiyan ji dozgerê zarokan re vegotin.
Li Kadîkoya Stenbolê, xwendekarên Lîseyê yên hatin binçavkirin û tevahiya şevê rastî îşkenceya polîsan hatin, li Edeliya Çaglayanê ya Stenbolê tiştên jiyan ji dozgerê zarokan re vegotin. Xwendekaran di îfadeyên xwe de, diyar kirin ku ne endamê tu rêxistinê ne û li ser medya civakî fêrbûn ku çalakiya şermezar kirin karneyan heye û wiha gotinê: “Ji ber ku em ji perwerdeya pergelî ya pergalê ne razîbûn me xwest em beşdarî vê çalakiyê bibin. Em di çalakiyê de ala tu partî û rêxistê de bilind nekir. Me tu dirûşmeyên rêxistinên terorê berz nekirin. Tiştekê ku em pê bên sûcdar kirin tuneye.”
‘ÎŞKENCE LI MIN KIRIN’
Yek ji xwendekaran, da zanîn ku wan mafê xwe yê demokratîk bi kar anîn û wiha bilêv kir: “Çalakiya me çalakiyek demokratîk bû. Ez sûcdariyê li ser xwe qebûl nakim. Polîsan ez binçavkirim û pêl organê min ê zayendî kirin. Îşkence li min kirin. Ji ber vê yekê ez giliyê polîsan dikim.”
Xwendekarek din jî, da zanîn ku polîsan telefona wê jê girtin û wiha got: “Polîsan dûre telefona min nedan min û derbasî girtekê jî nekirin. Bi tu kelepçeyan destên me kelepçe kirin.” Xwendekarek din jî got ku; “Ez rastî lêgerîna tazî ya polîsan hatim. Polîsan elektroşok dan me, bi kelepçeyên hêzin li me xistin û em derp kirin.”
Xwendekaran piştî îfade dan, ji edliyê derketin.