MÊRDÎN - Di serdegirtina malan ên navçeyên Dêrik û Şemrexê de, 7 HDP’î hatin binçavkirin.
Li navçeyên Dêrîk û Şemrexê yên Mêrdînê, polîsan serê sibe bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan ên li Dêrikê de endamê Lijneya Hilbijartinê ya HDP’ê Vedat Erol, endamên HDP’ê Şerîfe Kiran, Melîha Kiran, Îsmaîl Çelîk û Tarik Ektîren hatin binçavkirin. Li Şemrexê jî, endamên HDP’ê Adem Dogan û Hamdullah Ayaz hatin binçavkirin.
Hat îdîakirin ku derbarê kesên hatin binçavkirin de, îfadeyên şahidên nepen li ser wan hene û birin Midûrheta Polîsan a navçeyê.