AMED - Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, vê carê jî li ser Whatsapp’ê peyama bi deng şand û bang li dengdêran kir. Demîrtaş, banga “bila hemû kes tenê hewl bidin beşdarî xebatên hilbijartinê bibin” kir.
Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, hevdîtina telefonê ya vê heftê bi malbata xwe re pêk anî. Demîrtaş, beşeke axaftina xwe ji bo Whatsappê veqetand û bi peyama deng, bang li dengdêran kir.
Peyama bi deng a Whatsappê ya Demîrtaş wihaye: “Bila dilê hemû kesan rehet be. Em li vê derê pir bi moral, bi tenduristin û baş li xwe mêzê dikin. Agahiyên derve, me pir keyfxweş dikin û coşa me mezin dikin. Her nûçeyekê ji derve ji me re tê û her nûçeyek keyfxweşiyê, moral dide me. Tenduristiyan me, tenduristiyan gelê me ye. Bila dilê hemû kesan rehet be. Bila hemû kes tenê hewl bidin ku beşdarî xebatên hilbijartinê bibin.”