AMED – Aktîvîsta TJA’yê û Parlamentera HDP’ê ya berê Ayla Akat Ata diyar kir ku kilîda çareseriya pirsgirêka Kurd li Îmraliyê ye û got: “Heta Ocalan azad nebe, çareseriyek demokratîk jî ne pêkan e.”
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û Parlamentera HDP’ê ya berê ya Batmanê Ayla Akat Ata ji ber ku di merasîma cenazeyê Kamber Morkoç (70) yê di 12’ê tîrmeha 2015’an de li gundê Gundik ê bi ser navçeya Gole ya Erdexanê ve ji aliyê leşkeran ve hat kuştin bû û axivîbû di 20’ê sibata 2018’an de hat girtin. Akat Ata di 30’ê gulanê de di danişîna ewil de hat berdan.
Di destpêka pêvajoya çareseriyê de yek ji navên ewil ku li gel Ahmet Turk çûn Girava Îmraliyê li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hevdîtin kir Ayla Akat Ata bû. Akata Ata der barê tecrîda li ser Ocalan û hilbijartina 24’ê Hezîranê de ji ajansa me re axivî.
Akat Ata girtina xwe ya dawî bibîr xist û got ku ji ber ew tev li merasîma cenazeyê Kamber Morkoç ê li navçeya Goleyê hat kuştin bûbû û axivîbû bi hinceta “propaganda rêxistinê kiriye” hatibû girtin.
‘TIRKIYE BER KENDAL E’
Akat Ata bal kişand ser hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê û wiha got: “Tirkiye bi rêveberiya xwe ya heyî ber kendal bû. Heke biryara hilbijartinek wiha negirta, dibe ku pêvajoyên cudatir biqewimiyan. Divê mirov tenê ne di warê AKP’ê de binirxîne û lazim e mirov di aliyê hemû dînamîkên li Tirkiyeyê bigire dest. Di serdemek ku qirîza aborî dest pê kir em ketin girtîgehê. Vê qirîza aborî feqîran hin bêti feqîr kir. Dewlemendan jî dewlemendtir kir. Lazim e bêdengiya sermayeyê bê nîqaşkirin. Bi hezaran karker ji kar derdixin û bi hezaran esnaf derabeyên xwe digirin. Kes bi ser vê yekê ve naçe.”
Akat Ata destnîşan kir ku di pêvajo û şert û mercên OHAL’ê de xebatên sivîl hatin krîmînalîzekirin, aştîxwazan girtin, mirovan binçavkirin û girtin û xwestin bi milyonan mirov bitirsînin.
‘EM PARTIYEK BÎRDOZÎ NE Û BI GEL RE BÛNE YEK’
Akat Ata da zanîn ku ew ne di şert û mercên wekhev de diçin hilbijartinê û got: “Namzetê me yê serokomariyê di şert û mercên bi sînor propaganda xwe dike. Bi hezaran endam û rêveberên partiya me di girtîgehan de ne. Yên welat birêve dibin rastiyek ku çareser nekirine heye. Em partiyek bîrdozî ne û em gel re bûne yek. Nirxê ked û afirandinê çi be em siyaseta wê dikin. Rêveberiya me û hevserokên me heta îro li ser vî esasî siyaseta me birêve birin. Ji serdema AKP’ê vir ve û bi taybetî ji serdema OHAL’ê şûn ve li vî welatî birînên kûr vebûne. Divê êdî welat ji vê rewşa bi zilm rizgar bibe. Rihê 7’ê Hezîranê rihek û rêbazek da me. Em ê bi vê kelecan û baweriyê biçin hilbijartina 24’ê Hezîranê jî.”
‘HIKUMET JÎ MUXATABAN NAS DIKE’
Akat Ata bal kişand ser daxuyaniyên Erdogan ên der barê pirsgirêka Kurd û wiha dewam kir: “Pirsgirêka kurd pirsgirekek ku hemû dînamîkên welêt qebûl dikin. Erdogan di 2005’an de li Amedê got ‘Pirsgirêka kurd pirsgirêka min e.’ Hikumetên berê jî behsa pirsgirêkê dikirin û digotin ‘Rêya YE di Amedê de derbas dibe.’ Hebûna vê pirsgirêkê ji aliyê yên welat birêve dibin hatiye qebûlkirin. Li holê pirsgirêkek hebe, ji bo çareseriyê muxatabên wê derdikevin holê. Ji aliyê gelê kurd ve muxatab pir zelal û eşkere ye. Hikumet jî di ferqa van muxataban de ne û dinasin. Heke ku em ji aliyê gelê kurd ve binirxînin, Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, partiyên siyasî, hêza leşkerî Qendîl û PKK heye. Rastî ev e. Ev zelal û vekirîne.”
Akat Ata ji bo çûyîna gel a ser sindoqan jî got: “Kesê biçe ser sindoqan divê nebêje em ji bo AKP’ê deng didin. Her dengek bidin AKP’ê dê ji bo feraseta faşîst a MHP’ê biçe.”
‘MIFTE OCALAN E BÊ WÎ ÇARESERÎ NE PÊKAN E’
Akat Ata bal kişand tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan û ev tişt got:
“Li Tirkiyeyê demorkasî di nav çar dîwaran de hatiye hepskirin. Ev demorkasî, azadî û aştiya hepskirî jî tecrîda li ser birêz Ocalan a ku pêk tê ye. Ji 15’ê sibata 1999’an ve Rêberê Gelê Kurd di nav çar dîwaran de di bin tecrîdek girankirî de ye. Di tu lîteratura hiqûqa cîhanê de pênasekirinek wiha nîne. Tu demê tecrîd ranebûye. Heke tecrîd di pêvajoya çareseriyê de girankirin, tecrîd ne li ser Ocalan tecrîd danîn ser lêgerîna çareseriyê, biratiya gelan û aştî û demokrasiya Tirkiyeyê. Ev tecrîd li dijî hemû aştîxwaz û demokrasîxwazên Tirkiyeyê pêk tê. Li nav çar dîwaran projeya biratiya gelan, aştî û çareseriyê danî holê. Ev proje jî rastiya welatek azad ê hevpar e. Vê têkoşînê me anî gel hev. Projeyên Rêberê Gelê Kurd zelal in û li holê ne. Kilîda çareseriya pirsgirêka Kurd li Îmraliyê ye. Heta Ocalan azad nebe, çareseriyek demokratîk jî ne pêkan e. Dema şert çêbibin azadiya Ocalan û divê dîsa mase deynin holê û jixwe daxwaz jî diyar in. Lazim e dîsa hevdîtin dest pê bikin û ev rê bê şopandin.”
MA / Ozgur Paksoy