STENBOL - Xwendekarên lîsê yên rastî îşkenceya polîsan hatin, piştî li ber avahiya edliyê daxuyanî dan, ji bo îfade bidin dozgeriya zarokan ketin Edliya Stenbolê. Xwendekaran, diyar kir ku derewên wan têre nakin ku tirsên xwe veşêrin û gotin: “Dê tu carî hêza qatil û îşkencekaran nekare me têk bibe.”
Xwendekarên Lîse yên li Kadikoya Stenbolê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û rastî îşkenceyê hatin, li ber Edliya Çaglayana Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Xwendekaran pankarta “Îşkencekar nikarin Lîseyîyan têk bibin” vekirin. Namzetên HDP’ê Sema Uçar û Musa Pîroglu, parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikuolu û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Îşkence sûcê mirovahiyê ye” û “Em ê bi berxwedanê qezenc bikin” hatin berz kirin.
Yek ji xwendekarên hat binçavkirin û derp kirin Sirma Sapan daxuyanî da û wiha axivî: “Êrîşa polîsan ne tenê li dijî me bû, di heman demê li dijî hemû kesên têdikoşin bû. Vê yekê nîşan da ku çiqasê ji kesên li ber xwe didin, ditirsin. Ên ku îşkence li me kirin jî diyar bûn. Derewên wan têre nakin ku tirsên xwe veşêrin. Dê tu carî hêza qatil û îşkencekaran nekare me têk bibin. Li dijî hemû êrîşan em ê bertekên xwe didomînin. Em ê tim li dijî êrîş, tundî, îşkence û her cûre derban, sozên xwe bikin pratîkê.”
Piştî daxuyaniyê, xwendekar ji bo îfade bidin dozgeriya zarokan bi parêzerên xwe re ketin edliyê. Parêzerên OHP û ÇHD jî bi xwendekaran re ketin edliyê.