EDENE – Mehmet Bayram (25) bi salan berê li gel malbata xwe koçî Edeneyê kir û ji 10 saliya xwe ve karkeriyê dike. Bayram ji bo zarokên din zehmetiyê wî kişandiye nekişînin Komeleya Tedbîr û Şopandinê ya Zarokên Karker ava kir.
Îro 12’ê Hezîranê Roja Têkoşîn û Zarokên Karker e. Li Tirkiyeyê ji 2 milyon zêdetir zarokên karker hene. Zarok ji karkeriya li kolanan bigire heta karkeriya çandiniyê dikin. Her ku diçe li cîhanê hejmara zarokên karker zêde dibe. Neteweyên Yekbûyî (NY) vê rojê qebûl kirye. Li Tirkiyeyê jî her ku diçe tabloya karkirina zarokan reş dibe. Li gorî rapora 2017’an Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) li Tirkiyeyê 2 milyon karker hene û ji sedî 80’ê van zarokan derveyî qeydan dixebitin. Polîtîkaya dewletê ango hikumetê di warê zarokan de qet baş nabe. Her ku diçe li ber çavê dewletê hejmara zarokên dixebitin zêdetir dibe.
ZAROK DIBIN MEXDÛRÊ KOÇBERIYÊ Û KARKERIYÊ DIKIN
Mehemt Bayram ê 25 salî li Edeneyê dît ku dewlet di mijara zarokên karker de bêçare dimîne ket tevgerê û Komeleya Tedbîr û Şopandinê ya Zarokên Karker ava kir.
Bayram di salên 90'an de ji ber polîtîkayên dewletê ji navçeya Qilebana Şirenxê li gel malbata xwe koçî Edeneyê kirin û ji ber rewşa aborî neçar bû ku di temenek biçûk de dest bi kar bike û bi salan wek zarokek karker xebitî. Bayram hêj 10 salî bû û dest bi karkeriya saya kir û heta sala 2014’an neçar bû vî karî bike.
Bayram got: “Min nedixwest bixebitim, lê ji ber feqîriyê neçar bûm bixebitim. Ji bo zarokên din vê zehmetiya min dît nebinin, min biryara da komeleyê ava bikim.” Bayram da zanîn ku sedema herî zêde ya ku karkeriyê bi zarokan dike koçberî û feqîrî ye û zarokên bi ser 8 salî re tên xebitandin. Bayram got ku li hêrêma Çukurovayê bi deh hezaran zarokên karker hene. Bayram anî ziman ku ew bi komeleya ava kirin e dixwazin li dijî karkeriya zarokan li qada netewî û navnetewî têbikoşin.