STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bike cara 763’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, Fuat Coşacak û Serbay Koklu, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bike cara 763’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha 762 caran serî li serdozgeriyê dan û serlêdanê wan tim hatin redkirin. Dozgeriyê bi hinceta "Muxalefeta Hewayê heye", "Keştî xerabe ye" û “OHAL” serlêdan red kirin.