NAVENDA NÛÇEYAN – Xebatên HDP’ê yên hilbijartinê bi şev û roj dewam dikin. Di nava rojê de gund bi gund, tax bi tax û mal bi mal xebat tên birêvebirin û êvarê jî civînên gel li dar dixin û perwerdehiya ji bo ewlehiya sindoqan didin.
EDENE
Yek ji bajarên herî zêde ku HDP bi îdia ye Edene ye. Li Edenê ji hemû namzetan HDP’ê bigire heta zarok û kal û pîran xebatên hilbijartinê birêve dibin. Namzetên HDP’ê yên Edeneyê bi şev û roj di nav gel de ne û hem ji bo HDP’ê deng dixwazin û hem jî di warê parastina dengan û sindoqan de banga hişyariyê dikin.
MÊRSÎN
Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de HDP li navçeya Akdenîza Mêrsînê buroya hilbijartinê vekir. Ji heft salî heta heftê saliyan bi hezaran kes tev li vekirina buroyê bû. Namzetên HDP’ê yên Mêrsînê jî beşdarî merasîma vekirinê bûn. Kelecana gel hêjayî dîtinê bû. Namzet Ridvan Turan axivî û bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û got: “HDP ji bo ku welêt ji nû ve ava bike tê. Em ê bikin welatî azadî û demokrasiyê.”
Piştî axaftinan namzet û dayikan vekirina buroyê pêk anîn û li ber stranan govend gerandin.
SÊRT
Namzetên HDP’ê yên Sêrtê Meral Daniş Beştaş, Siddik Taş û Hayrettîn Şen li navenda Sêrtê û li gundê girêdayî navçeya Xana Hewêl xebatên hilbijartinê birêve birin. Namzet bi kelecana welatiyan hatin pêşwazîkirin. Namzet piştî ger ali gundan êvarê berê xwe dan navenda Sêrtê û li taxan xebat birêve birin. Namzet li taxa 99 Evlerê tev li şahiyê bûn. Namzet Hayrettîn Şen di şahiyê de axivî û bang li hilbijêrên derveyî bajêr û koçeran kir ku di roja hilbijartinê de bên dengê xwe bikar bînin.
Namzet Meral Daniş Beştaş jî axivî û li dijî gotinên Erdogan ên ji bo Demîrtaş nerazîbûn nîşan da.
MELETÎ
Namzetên HDP’ê yên Meletiyê jî xebatên xwe bi leztir kirin û li gund û taxan xebat birêve birin. Namzet li gundên herêma Kurecîkê ya Meletiyê li nav gel geriyan û ji bo HDP’ê û Demîrtaş deng xwestin. Di ziyaretan de namzet Yusuf Bozkuş û Mehmet Tuncel ji gel re axivîn û behsa hilbijartinê kirin.