ENQERE – Li gorî rapora HDP’ê ya der barê astengî û êrîşên di pêvajoya hilbijartinê de herî zêde astengî û êrîş li ser wan pêk hatiye. Di mehek û nîvê dawî de herî kêm 208 HDP’yî hatine binçavkirin û herî kêm 57 êrîş jî li dijî HDP’ê pêk hatin.
Ji hilbijartina parlamenteriyê û serokomariyê ya 24’ê Hezîranê re 12 roj man. Li dijî HDP’ê li gelek bajaran êrîş û astengî zêde û dijwar dibin. Li gel astengî û êrîşan jî xebatkarên HDP’ê yên li qadê xebat birêve dibin jî tên binçavkirin û girtin. Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê ji roja biryara hilbijartinê ku di 18’ê Nîsanê de hat girtin, heta îro astengî û êrîşên li dijî HDP’ê pêk hatin wek raporekê nivîsand.
Li gorî raporê; ji roja biryara hilbijartinê hat girtin û heta îro 208 HDP’yî hatin binçavkirin. Ji van binçavkiriyan herî kêm 16 kes hatin girtin. Di vê pêvajoyê de li bajarên cuda yên Tirkiyeyê li dijî xebatkarên HDP’ê 57 êrîş û astengî pêk hatin. Di raporê de herî zêde êrîş li dijî HDP’ê hene. Her wiha di raporê de li gel êrîşên li dijî HDP’ê, astengî û êrîşên li dijî Partiya Saadet, CHP’ê pêk hatin cih girtin.
MA / Hayrî Demîr