AMED - Li Amedê bi hinceta "ewlehiya hilbijartinê" hatibû xwestin ku hin sindoq bên veguhastin, lê belê serlêdan ji aliyê YSK'ê ve hatibûn redkirin. Li gel vê redkirin jî, Desteyên Hilbijartinê yên Navçeyê li 3 navçeyan biryara veguhastin û yekkirina 16 sindoqan da.
Piştî Walîtiya Amedê û Serokatiya Desteya Hilbijartinê ya Bajêr" bi idiaya "ewlehiya hilbijartinê" ji bo veguhastina hin sindoqan serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dabûn, YSK'ê jî li 7 navçeyan biryara veguhastin û yekkirina 66 sindoqan dabû. Lê belê YSK'ê di biryara jimare 590'î de daxwaza yekkirin û veguhastina hin sindoqan red kiribû.
Lê belê Desteyên hilbijartinê yên Navçeyê guh nedan biryara YSK'ê û ew sindoqên veguhastina wan hatibû redkirin veguhastin. Di vê çarçoveyê de dê li Licê sindoqên Zumrut, Turelî, Kiyi, Yaprak, Çirali, Baharli û Kipçakê; li Hênê dê sindoqên Akçayûrt, Kaladîbî, Yukaritutarli û Çûkûrê; li Pîranç dê sindoqên Gelîncîk, Degîrmenlî, Uzumlu, Mezrika Gozeyê û Bahrî Bogaziyê bên veguhastin û yekkirin. Rêxistina HDP'ê ya Amedê li Desteyên Hilbijartinê yên Navçeyê îtirazî vê yekê kir.
MA / Ozgur Paksoy