ÎDIR – Kemal Çakmakê ku li ser înşeatê dixebite, dev ji kar û barê xwe berda û di nav xebatên hilbijartinê yên HDP'ê de cih girt. Çakmak got: "Heta ku em hilbijartinê winda bikin, bila birçî bimînim."
Li Îdirê Kemal Çakmakê ku li ser îneşatan dixebite û debara malbateke 10 kulfetî dike, ji bo hilbijartinê dev ji kar û barê xwe berda û di nav xebatên hilbijartinê yên HDP'ê de cih girt. Çakmak, her sibeh berê xwe dide buroya hilbijartinê ya li navenda bajêr e û heta êvarî tevî HDP'iyan dixebite.
Çakmak got: "Niha tenê di rojeva min de hilbijartin heye. Çimkî ev hilbijartin ji bo me pir girîng e. Niha pêdiviya Tirkiyeyê bi HDP'ê heye. AKP û MHP bi îtifaqa ku çêkirine dixwazin HDP'ê di bin bendavê de bihêlin. Ji bo ku em vê lîstikê pûç bikin, me jî dev ji kar û barê xwe berdaye û em tev li xebatên hilbijartinê bûn."
‘TEKANE RIYA RIZGARIYÊ HDP YE'
Çakmak, diyar kir ku ew li ser înşeatan debara xwe dike û got: "Dema bixebitim dikarim debara xwe bikim, lê dema nexebitim nikarim bikim. Lê ev hilbijartin ji her tiştî girîngtir e û loma tev li xebatan bûm. Dema nexebitim birçî dimînim, lê ji dêvla ku em hilbijartinê winda bikim hema bila birçî bimînim. Ez felsefeya me ye. Ev hilbijartin hebûna me ye. Li dijî polîtîkaya înkar û tunekirinê ya ku AKP û MHP'ê li ser me ferz kiriye, em ê jî bi her awayî wan di sindoqan de veşêrin. Ji bo em di vê hilbijartina zordest de bi ser bikevin, me dev ji kar û barê xwe berdaye û em tev li xebatan bûne. Ji ber ku ji bo aştî û demokrasî û biryatiyê tekane riya me HDP ye, ez tev li xebatan bûm. Ji bo hemû bindestan û demokrasiyê dibêjim HDP. Ji ber meha Remezanê ye hem rojî digirim hem tev li xebatan dibim. Vê mehê birçîbûnê tercşh dikim. Çimkî serketin berberî her tiştî ye."
MA / Mahmut Ruvanas